Deniz Naki çalakiya xwe ya girava birçîbûn ê bi dawî kir

kurdistani 11:15 AM - 2018-03-31
Deniz Naki çalakiya xwe ya girava birçîbûn ê bi dawî kir

Deniz Naki çalakiya xwe ya girava birçîbûn ê bi dawî kir

Werzîşvanê navdar ku ji bo Efrînê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ketibû grêva birçîbû Deniz Naki çalekiya xwe bi dawî kir.

Deniz Naki mehên borî li Almanyayê rastî êrişa çekdarî hatibû û ji ber metirsiya ewlehî venegeriya Tirkiyeyê û du hefte berê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo Efrînê ketibû grêva birçîbûnê. Naki li ser hisabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û ragihand ku grêva min di 19ê Adarê de dabû destpêkirin wê hevalên min dewr bistînin.

Naki di berdewamiya peyama xwe de got: "Armanca grêve ev bû ku li Ewropayê raya giştî şiyar bikin û Neteweyên Yekbûyî têxin hereketê û ev armanc bi cih hatin. Armanca grêvê li Ewropa û cihanê çêkirina hesasiyetekê bû. Em bawer in ku me ev wezîfe bi cih anî. Helbet wê tekoşîna me li qad û platformên cuda dewam bike."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket