Generalê Amerîkî: Ne Tenê li Gutaya Rojhilat, li Efrînê jî Pêwistî bi Alîkarîya Mirovî Heye

kurdistani 04:17 PM - 2018-03-30
Generalê Amerîkî: Ne Tenê li Gutaya Rojhilat, li Efrînê jî Pêwistî bi Alîkarîya Mirovî Heye

Generalê Amerîkî: Ne Tenê li Gutaya Rojhilat, li Efrînê jî Pêwistî bi Alîkarîya Mirovî Heye

Yek ji karbidestên payabilind yên Wezîrê Berevanî yê Amerîka General Andrew Croft dîyar kir ku ne tenê li Gutaya Rojhilat, lê li Efrînê jî sîvîl li benda alîkarîya mirovî ne.

Croft da zanîn ku di çend rojên dawî de 183,500 kes ji Efrînê koç kirine, piranîya wan li Tilrifatê bi cîh bûne û yên mayî jî çûne nbul, Zehra, Minbic û Hesekê.

‘’Rewşa van herêman jixwe ne baş e û bi çûyîna hin koçberên din kêşeya heyî mezintir dibe’’ Croft got.

Generalê Amerîkî da zanîn ku hin sazîyên navneteweyî di 25’ê Adarê de bo 50,000 kesên li Tilrifatê alîkarî şandine û hewildanên alîkarîyên din jî didomin.

Croft dîyar kir ku di navbera 50,000 û 70,000 de sîvîl li Efrînê mane û ew nikarin ji wê herêmê derkevin.

Croft da zanîn ku divê alîkarîya mirovî demûdest bigihêje sîvîlên Efrînê û got ku heta niha çar kes jiber nebûna xwarinê jîyana xwe ji dest dane.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket