Duhok: Asayîşê Cîgira Serokê Tevgera Azadî binçav kir

kurdistani 09:15 AM - 2018-03-29
Asayîşê Cîgira Serokê Tevgera Azadî binçav kir

Asayîşê Cîgira Serokê Tevgera Azadî binçav kir

Cîgira Serokê Tevgera Azadî Şîlan Şakir duh bi şev saet 22'an li navçeya Zaxo ya Duhokê ji aliyê Asayîşê ve hate binçavkirin.

Der barê mijarê de Berdevka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Hisên daxuyaniyek nivîskî belav kir û got; "Şevê borî di demjimêr 22:00'ê Cîgira Serokê Tevgera Azadî heval Şîlan Şakir ku çend roj bû ji bo karekî rêxistinî çûbû Zaxo hate binçavkirin.

Dema Şîlan Şakir serdana mala endamê Tevgera Azadî heval Mihemed Zaxoyî kir, hêzên asayişê ew girtin û birin navenda asayişê.Em hêvîne ku hevalên ku hatine girtin di demeke nêz de bên berdan ji ber ku Silametiya giyanî ya hevalên me li ser PDK'ê ye."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket