Panêleke ji bo Efrînê birêve çû

kurdistani 04:40 PM - 2018-03-28
Panêleke ji bo Efrînê birêve çû

Panêleke ji bo Efrînê birêve çû

Rêxistina navenda Zerdeştiyan li Silêmaniyê, panelek ji bo Efrînê li dar xist.

Duhî roja sêşemê 27-3-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, di hola Tawarê de, ji bo aliyên siyasî ên li Başûrê Kursdiostanê paneleke taybet li jêr dirûşma (  Hevkariya aliyên siyasî ji Rojavayê Kurdistanê re) hate li dar xistin.

Di wê panelê de, her aliyekî siyasî ên Herêma Kurdistanê li ser helwest û alîkariyên xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê şirove kirin û Hozan Efrînî jî wek rojnamevan û siyasetmedarekî serbixwe yê Rojavayê Kurdistanê û ê Efrînê gotina xwe derbarê her aliyekî siyasî ên Herêma Kurdistanê çi bi erênî û çi bi nerênî aşkire kir.

Efrînî bi zelalî nêrîna xwe da ragihandin ku mixabin hemû aliyên kurd di serdema berxwedana Efrînê jihev pijiqîn û ji hev dûrketin û ev jî bû sedema herî li ber çavan ku aliyên navneteweyî guhdarî qîrîn û hawarên zarok û jin û kalên Efrînê nekin û alîkariya Efrînê wek Kobanê nekin.

Her weha di dirêjahiya axivtina xwe de, Rojnamevan Hozan Efînî aşkire kir ku em hemû dizanin ku dagîrkirina Efrînê pîlaneke navnetewî bû, her weha ji aliyê welatên zilhê ên cîhanê ve hatibû darijtin û bi lihevhatinên bazirganî û dabeşkirina nû ji herêmên Rojhilata Navîn re û dagîrkirina Efrînê peywendî bi dagîrkirina Kerkûk û rewşa refrendomê ve jî he ye û ew pîlan ne tenê li serê Efrîn û Efrîniyan bû, ew li ser ê hemû gelê kurd bû. Ji ber ku ji bo serbixwebûna Kurdsitabnê du bajarên herî girîng hene, yek Kerkûk ku wek kaniya aborî û vejandina jêrxana darayîya Kurdistanê ye, her weha duyemîn bajar Efrîne ku wek derwez û henesa Kurdsitanê ku li nêzîk deryaya naverast û Ewropayê ye ku hem aborî û hem Kurdsitanê bi cîhanê ve girêdide.

Hozan Efrînî rexne li aliyên Kurdî girt ku di serdema Efrînê de pir cudabûn wek a Kobanê, di serdema Kobanê de hemûyan dengên xwe kirin yek, çi bi daxwazkirina ji hevpeymana Navnetewî ku destêwerdana Kobanê bike û çi bi şandina barên çekan bi firoke û bi riya pêşmerge ji Kobanê re, ev yek di derma berxwedana Efrînê de kok lawaz bû, ji hev du dûrketin û bûn neyarên hev du.

Piştî bi dawîbûna panelê, xelata beşdarbûna panelê bi ser endamên panelê de hate belavkirin.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket