250 hezar koçberên Efrînê di metirsiyê de ne
kurdistani 12:34 PM - 2018-03-28250 hezar koçberên Efrînê di metirsiyê de ne
Wek agahî ji PUKmedia`yê re hatine ku li navçeya Şehbayê û Şêrawa û Nubil û Zahrayê bêhtir ji 250 hezar kes di rewşeke metirsîdar de dijîn û heya niha ti aliyekî navnetewetyî ew rewş li ber çavan negir Rtine û alîkar nebûne.
Îro roja çaršemê 28-3-2018’an bernameya Ji Rojavayê ku di radyoya dengê gelê Kurdistanê de tê wešandin birêve çû.
Ew bernameya derbarê rewşa koçberiya Efriniyan û guhrrtina demografîk li gundwarên Efrînê û bêdengiya navneteweyî li hemberî tawanên tirkan û komên terorîstan li Efrînê de, her weha mêvanên îro ya bernameya (( Ji Rojavayê )) her yek ji rêzdar Hecî Efrînî serokê encûmena penaberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmanî û çalakvanên siyasî rêzdar Aseed Şawirî bi beşdarî bernameya Ji Rojavayê bûn.
Bernameya Ji Rojavayê di Dengê Gelî Kurdistanê de demjimêr 10 bi dema Efrînê û 9 bi ya Ewropayê û 11 bi ya herêma Kurdistanê hat weşandin.
Di wê barê de, her yek ji Serokê Kampîna Hatwanî Efrîn li bajarê Raniya Esed Şawirî û serokê encûmena Penaberên Rojava li Silêmaniyê Hecî Efrînî di beşdarbûna li bernameya "Ji Rojavayê" ku ji aliyê adyoya Dengê Gelê Kurdistanê ve tê pêşkêş kirin wiha derbarê rewşa xelkên Efrînê axivîn;
Esed Şawirî
Serokê Kampîna Hatwanî Efrîn li bajarê Raniya Esed Şawirî di bernameya "Ji Rojavayê" ya dengê gelî Kurdistanê de aşkire kir ku bêhtir ji 250 hezar koçberêbn Efrînê li navçeyên Şêrawa û Şahba û Nubil û Zehrayê belavbûne, ne nan û ne av û ne kon û ne jî ti xizmetgûzarî ji wan re nehatiye pêşkêşkirin û rewşa wan pir aloz e.
Şawirî ku serdana Efrînê kiribû, nuh ji Efrînê vegeriyaye, ji bo Dengê Gelî Kurdistanê aşkire kir ku ew tiştê li Efrînê bi çavan hatiye dîtin di ragihandinan de naye gotin û naye pêşandan.
Eseed Şawirî bang li tevahiya xelkên Herêma Kurdistanê kir û her çiqas hevkar û alîkar bi Rojavayê Kurdistanê re bûne, dîsan erkên xwe ên mirovî û kurdeyetî bi cih bikin û xwedî li koçberên Efrînê derkevin.
Serokê Kampîna Hatwanî Efrîn di dirêjqahiya axiftina xwe de got: Me bi destpêşxeriya Rêxistina Hawarê ya Parastina Zarokên Efrînê dest bi damezrandina kampînekê kir û me li rêveberiya Raperînê dikarî wek xelkê Raniya nêzîkî 7 ton derman û kelûpelên tenduristiyê kombikin û bi amadebûna serokê Rêxistina Hawarê Hozan Efrînî û serokê rêvebiriya Raperînê kak Hîwa û endamên kampînê jî tev hebûn ku me piştre radestî Heyva Sor a Kurdî kir tako rewaneya herêma Efrînê bikin.
Şawirî soz da ku wê di komkirina alîkariyê de, berdewam bin û ji tevahiya xelkê başûrê Kuridastanê jî daxwaza komkirina alîkariyê kir ku ne tenê derman be, lê xwerin û vexwerin û betanî û doşek û şêr û pera jî bin.
Hecî Efrînî
Her weha serokê encûmena Penaberên Rojava lui Silêmaniyê Hecî Efrînî jî dazanîn ku rewşa koçberên Efrînê gelek xerape û heya niha ti aliyên navneteweyî bi awayekî cedî hevkar nebûne.
Efrînî aşkire kir ku wek ew agahdarin ku nêzîkî 11 kamyonên alîkariya ji herêmên Cizîre û Firatê ber bi herêma Şahbayê birêketine tako bikaribin hevkar bin li gel rewşa xelkên Efrînê li wan cihên ku gelek nelihev.
Hecî Efrînî dazanîn ku Neteweyên Yekbûyî siyaseteke du rûtî li hemberî koçberên Efrînê dimeşîne û ji bo 100 hezar xelkên Gotayê bi awayekî pir berfereh alîkarî û destek pêşkêş dike ku di demekê de ye, li Şahbayê bêhtir ji 250 hezar Efrînî li jêr metirsiyeke mezin de ne û ji hemû tiştî bê beşin û dengê xwe nakin û tenê li Gotayê mijûlin ku piraniya wan çekdarên Feyleq Alrehman û Ahrar AlŞAM û Ceyş AlIslam ku hemû jî di lîsteya terora navneteweyî de ne.
Efrînî programa pêşeroja encûmena penaberên Rojava aşkire kir ku wê li gel piraniya rêxistinên mirovî û sivîl li herêma Kurdistanê bicivin tako dest bi alîkariyê bikin û şandeyekê ji bo lêkolîna li rewşa penaberên Efrînê li Şehba ş Şêrawayê bikin .
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23 -
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24