Rewşa Efrîniyan li piştî dagîrkirina Efrînê

kurdistani 03:47 PM - 2018-03-25
Rewşa Efrîniyan li piştî dagîrkirina Efrînê

Rewşa Efrîniyan li piştî dagîrkirina Efrînê

Rêveberiya  Efrînê û Şehbayê ji bo xizmeta gelê  Efrînê seferber bûne
Hêvî Mustefa da zanîn ku ew wekî  Rêveberiya Xweser a Efrînê û bi hevkariya Rêveberiya Kantona Şehbayê gelê Efrînê bi awayekî meclîsan li 4 navçeyên kantona Şehbayê bi organîze dikin, da ku bi awayekî baş xizmeta wan bikin.

ŞEHBA – Rêveberiya Xweseriya Demokatîk û şervanên YPG/YPJ`ê di 18`ê Adarê de, raghandin ku şerê wan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî pêvajoyeke nû bûye. Rayedarên sivîl û leşkerî yên Efrînê tekez kirin ku ji bo parasina sivîlan ji komkujiyan, bajar hate valakirin û gelê Efrînê li Şehbayê hate bicihkirin.

Meclîs û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk a Kantona Efrînê bi hevkariya Meclîsa Kantona Şehbayê xebatên bi rêxistinkirina gelê Efrînê yê li Şehbayê û bicihanîna pêdiviyên wan dewam dike.

Rêveberiya Efrînê û Şehbayê gelê Efrînê li navçeyên kantona ŞehbayêʺFafîn, Ehres, Kefernaya û Til Rifetʺ  bi rêxistin dikin.

Efrînî çavê wan li benda rizgarkirinê ye

Têkildarî mijarê, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokatîk a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa ji ajansa me re axivî û di  destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedaniya gelê Efrînê tevî rewşa wan a dijwar û wiha dewam kir, ʺGelê Efrînê tevî rewşa wan a dijwar û pêwîstiyên wan bi pêdiviyên sereke, lê baweriya  wan bi serkeftinê heye û li bendê ne ku wê warê wan were rizgarkirin û vegerin mal û milkên xwe.ʺ

Ji bo xizmeta gel komîte hatin aktîfkirin

Hêvî got ku piştî ew hatin kantona Şehbayê, hemû endamên Rêveberiya Xweser a Efrînê jinûva xwe birêxistinkirin û wiha pê de çû,ʺJi bo em pêdiviyên gelê Efrînê bi cih bînin û wan bi rêxistin bikin, Rêveberiya Xweser a Efrînê jinûve xwe bi rêxistin kir. Bi hevkariya Meclîsa Kantona Şehbayê komîteyên tendirusitî, xzimetguzarî û şaredarî hatin aktîfkirin. Ew komîte kampan amade dikin, nan û avê jî li gelê Efrînê belav dikin.ʺ

Derfet kêm in

Hevseroka  Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokatîk a Kantona Efrînê diyar kir ku wan û meclîsa Şehbayê berpirsyartiya gel rakirine ser milê, lê  derfet kêm in û heta niha rêxistinên mirovahî û cîhanî destek nedane gelê Efrînê.

Hêvî Mustefa di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo xizmeta Efrînê ew seferber bûne û ji bo şirovekirina rewşa dawî ew civînan ji gelê Efrînê re lidar dixin.



PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket