Li Dêre Zorê kon ji bo alîkariya Efrîn ê hat vedan

kurdistani 12:00 PM - 2018-03-25
Li Dêre Zorê kon ji bo alîkariya Efrîn ê hat vedan

Li Dêre Zorê kon ji bo alîkariya Efrîn ê hat vedan

Piştî ku gelê Efrînê ên ku ji ber balefir û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê reviyane ji aliyê hemû Rêxistinên Mirovahî û Navnetewî ve hatin paş guhkirin,Meclîsa Sivîl a Dêre Zorê konek ji bo komkirina alîkariyê ji Gelê Efrîn ê re vedan.

Bi destpêkirina vedana kon ê de Şêwermendê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Îbrahîm Cûma sersaxî ji malbetên şehîdan re xwest û cansaxî ji hemû birîndaran re ji xwedê xwest û got Berxwedana Serdem ê a li Efrîn ê hîn bi dawî nebûye,û bal kişand ser şerê li Kobanî got çawa Şervan li Kobanê bi ser ketin dê bi hemen şêwa li Efrîn ê jî bi serkevin.

Îbrahîm da zanîn ku mileta Efrîn ê ji bo xwe ji komujiyan xelas bikin neçar man û dest ji malên xwe berdan,û dang kir ku divê hemû kes bêt konê alîkariyê pêşkêşî bike ji bo ku em li gor derfetên xwe destek bidin xelkê Efrîn ê. Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm bang li hemû Rêxistinên Navnetewî û Mirovahî kir ku bi lez alîkariya Xelkên Efrîn ê bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket