YNK êrîşên û tiştên ku li Efrîn ê tê kirin şermezarkir

kurdistani 09:48 AM - 2018-03-19
YNK êrîşên û tiştên ku li Efrîn ê tê kirin şermezarkir

YNK êrîşên û tiştên ku li Efrîn ê tê kirin şermezarkir

Piştî dagirkirina Efrîn ê ji aliyê Tirkiyê û DAÎŞê û artêşa Azad ve doh yekşemê ,Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ragihand ku tiştên ku niha li Efrîn ê têne kirin hemû sînor derbas kir.

Pîre bi navê YNK got em êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Efrîn ê şermezardikin,û dest nîşan jî kir ku gavên ku li bajarê Efrîn ê tên kirin ji kuştina jin û zaroka û talankirina û dizîna tiştên nav malên sivîlan hemû sînor derbas kirine ji ber vê yekê divê ku hemû alî bi lez çareseriyekê jê re deynin û nehêlibin ji vê bêhtir malên xekên Efrîn ê bêne talankirin.
 

Herwiha çekdarên opozisyona Sûriyê di yekemîn karê xwe yê piştî derbasbûna nav bajarê Efrînê, sivikatî bi nirx û pîroziyên gelê Kurd kirin û piştî ku peykerê Kawayê Hesinkar dane ber gulleyan, ew peyker şikandin.

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê jî têkildarî rewşa herî dawî li Efrînê di dauxyaniyekê de ragihand, bi armanca rêgirtina li çênebûna karesata mirovî li Efrînê, welatiyên sivîl bajarê Efrînê vala kirine û destnîşan kir, li hemû cihên Efrînê hêza wan heye û berxwedana Efrînê berdewam e û ketiye qonaxeke nû.

Kantona Efrînê herwiha diyar kir, ku Rûsya di êrişa ser Efrînê de li gel Tirkiyê beşdar bû û gulopa kesk ji êrişê re vêxist û tekez kir, ku civaka navdewletî li hember êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê bêdeng û bêhelwest ma.

Duh bi şev Yekîenyên Parastina Gel (YPG) ragihandibû, ku hêzên Artêşa Tirkiyê bi êrişên bejayî û esmanî û bi hemû hêza xwe tevî çekdarên opozisyona Sûriyê êrişa ser navenda bajarê Efrînê daye destpêkirin. Hêzên êrişker ji taxa Eşrefiye ya li rojhilat û taxa Mehmûdiye ya li rojavayê Efrînê êrişên xwe dest pê kirin û piştre şer derbasî taxên din bû.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket