Hevserokê PYD`ê; Li Efrînê Tirkiye qirkirinê dike

kurdistani 12:46 PM - 2018-03-14
Hevserokê PYD`ê; Li Efrînê Tirkiye qirkirinê dike

Hevserokê PYD`ê; Li Efrînê Tirkiye qirkirinê dike

Hevserokê PYD`ê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza helwesteke cedî li dijî tirkiyê kir.
Îro roja çarşemê 14-3-2018`an li bajarê Hewlêrê, hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Şahoz Hesen ji bo rewşa Efrînê, kongireyeke rojnamevanî li dar xist.

Hevserokê PYD`ê Şahoza Hesen di wê kongireya rojnamevaniyê de ragihand; Tirkiyê siyaseta qirkirina kurdan li Efrînê bi kartîne û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku helwestekî cedî li hemberî êrişên qirkirina tirkan li dijî gelê kurd li Efrînê bide nîşandan.

Hevserokê PYD`ê aşkire kir ku 54 rojin li herêma Efrînê gelê kurd li hemberî êrişên tirkan de di berxwedaneke dîrokî û pir mezin de ye ku hemû pêkhatan lixwe digre û ew êrişên ku tên kirin, xelkên sivîl û cihên xizmetgûzarî û ampolas û cihên dîrokî jî dikin bi armancên xwe û jinav dibin.
Hesen dazanîn ku bajarê Efrînê û derdora wê aramtirîn cih bû li Sûriuye û Bakurê Sûriye û tirkan xwestin bi hinek bihane êriş bikin û dagîr bikin ku çekdarên DAIŞ û komên din ên terorîst jî li gel xwe anîn bo dagîrkirina Efrînê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket