Şêrawa, panzêreke û otombîleke doçka ya tirkan hatin têkşikandin

kurdistani 12:21 PM - 2018-03-14
Şêrawa, panzêreke û otombîleke doçka ya tirkan hatin têkşikandin

Şêrawa, panzêreke û otombîleke doçka ya tirkan hatin têkşikandin

 EFRÎN – Şervanên YPG û YPJ‘ê li eniya gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şêrawa panzêreke, erebeyeke doçka û taneke dagirkeran îmha kirin. Li gelek eniyan şer û bomebebaran didome.

Şervanên YPG û YPJ‘ê di çarçoveya mafê parastina rewa de, di şerê û pevçûnên li eniya gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ku ji şevê din heta niha didome panzêreke, erebeyeke doçka û taneke dagirkeran îmha kirin.

Li gundê Qere Golê yê navçeya Bilbilê û gundê Basilê yê navçeya Şêrawa  ji şevê din hetanî vê kêliyên di van kêliyan de şer û pevçûn di navbera şervanên YPG/YPJ‘ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî rû dide. Şervanên YPG û YPJ‘ê li eniya gundê Basilê panzêreke, erebeyeke doçka û taneke dagirkeran îmha kirin

Di heman demê de balafirên artêşa Tirk a dagirker xeta navçeyê bombebaran dikin û gundê Meydankê yên navçeya Şerayê bi obusan tê topbarankirin.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker ji şevê din heta vê kêliyê gundê Basilê û derdora gundê Soxunekê yên girêdayî Şêrawa û Kewkebê û Marata yêm girêdayî navenda bajarê Efrînê, gundê Marata yê bomeberan dike. Di heman demê de gundê Marata bi çekên giran û obusan topbaran dikin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket