Şandeya Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

kurdistani 06:54 PM - 2018-03-10
Şandeya Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Şandeya Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

QAMIŞLO – Şandeya Başûrê Kurdistanê ya ku ji nûnerên partî û rêxistinên siyasî bi armanca destekdayîna Berxwedanan Serdemê di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Di şandeya ku 25 kes hene de, nûnerên baweriyên Zerdeştî, Misliman, Xiristiyan, pêkhateyên Kakeyî, Hewramî, Pêşmergeyên Dêrîn, çalakvanên siyasî, rêveberên rêxistinên siyasî yên wekî Hizbî Şuî, Zehmetkêşan, Tevgera Azadî, YNK, Tevgera Goran û KNK cih digirin.

Şandeyê bixwere derman, çadir û pêlîstokên zarokan ku di encama kampanyaya li Başûr de hatine berhevkirin jî bixwe re anîn.

Şandeya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Hevserokê Desteya Karûbarên Derve yê Cizîrê  Abdulkerîm Omer, Endamê KNK`ê Şêx Sînan Şêx Ehmed û Mûdîrê Giştî yê deriyê Sêmalka Aras Fetah ve hate pêşwazîkirin.



PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket