‘Jinên Kurdistanê bingeha Kongreya Netewî danîn e’
kurdistani 10:32 AM - 2018-03-10‘Jinên Kurdistanê bingeha Kongreya Netewî danîn e’
Endama Rêveberiya Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Şervîn Mezlûm diyar kir ku piştgiriya wan a bi jinên Efrînê re hemû pîlanên dijber têk bir û bingeha Kongreya Netewî ya Kurdistanê danîn e.
Di 6’ê Adarê de şandeyên jinên Bakurê Kurdistanê, parçeyên din ên Kurdistanê, Lubnan û Filistînê berê xwe dan Efrînê da ku tevlî çalakiyên 8’ê Adarê yên jinên Efrînê bibin û piştgiriya xwe bi Berxwedana Serdemê re bîn in ziman. Nûnera Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Şervîn Mezlûm ku bi şandeyê re hatiye Efrînê axivî û wiha got: “Me parçeyên Kurdistanê derbas kir, heta em gihand Efrînê. Armanca me ji serdanê piştgiriya Berxwedana Serdemê ku jinên Efrînê serkêşiya wê dike ye. Gelê Efrînê bi vê berxwedanê li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê liber xwe didin.”
Şervîn Mezlûm, her wiha da diyarkirin ku tiştê li Efrînê pêk tê yekem car di dîrokê de dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her dera ku rastî topbarana bê ser û ber tê, şêniyên wê jê derdikevin. Lê Berxwedana Serdemê di rûpelên dîrokê de efsaneyên dîrokî li Bakurê Sûriyê û Kurdistanê dinivîse. Têkoşîna berxwedan û qehremaniyê îro li vir pêk tê.”
Şervîn her wiha bê dengiya civaka navdewletî û saziyên mafê mirovan derbarê êrîşên li Efrînê û komkujiyên pêk tên şermezar kir û wiha pê de çû: “Bêdengiya civaka navdewletî tê wateya ku ew jî di komkujiyên ku faştista Tirk li Efrînê pêk tîne de şirîk in. Ema tevî hemû komkujî û êrîşên hovane ku pêk tên jî muralê gelê Efrînê bilind e û rihê wan ê şoreşgerî berze.”
Şervîn da zanîn ku kombûna jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê rewşeke ciyawaze û wiha pê de çû: “Hevgirtina jinên Kurdistanê cûdaye, berxwedana Serdemê isbat kiriye ku berxwedana Gelê Kurd û hemû gelên Demokratîk e. Berxwedana gelê Kurd hemû pîlanên navdewletî yên derheqê gelê Kurd de pêk hatiye têk dibe û bingeha Yekîtiya Netewî saz kiriye.”
Endama Rêveber a Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê Şervîn Mezlûm di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû gelê Kurd kir ku dûrî zihniyeta eşîrtî, partîtî û nerînên teng berdin û hemû bi rihê netewî li derdora Berxwedana Serdemê û Kongreya Netewî ya Kurdistanê kom bibin û wiha got: “Dem dema gavavêtina bi lez e.”
PUKmedia/Anha
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18