Rêveberiya Xweser a Efrînê bersiva NY da

kurdistani 06:11 PM - 2018-03-08
Rêveberiya Xweser a Efrînê bersiva NY da

Rêveberiya Xweser a Efrînê bersiva NY da

EFRÎN – Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wekî operasyone leşkerî bi nav dike û Rêveberiya Xweser a Efrînê tewanbar dike ku nahêle sivîl ji herêmê derkevin, şermezar kir.

Meclîsa Revêber a Kantona Cizîrê derbarê mijarê daxuyaniyek da û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku derbarê Efrînê helwesteke zelal nîşan bide û komîteyeke ji bo şopandina rastiyê bişîne Efrînê.

Meclîsa Rêveber her wiha, destnîşan kir ku Tirkiyê biryara Konseya Ewlekiyê ya têkildarî agirbesta li Sûriyê bin pê dike û destnîşan kir ku ji destpêka derxistina biryarê zêdeyî 60 zarok û hejmareke jin û kesên bi temen hatin kuştin.

Di daxuyaniya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê wiha hate gotin:

“Ji 20‘ê Çileya 2018‘an Tirkiyê bi hevkariya konên terorîstên binsaziya herêmê Efrînê binpê dike. Sivîlan hedef dike, di encamê de, bi sedan jin û zarok bûne qûrbanî û gund bi temamî hatin hevilkirin û şêniyên wê hatin koçberkirin û çarenûsa gelek kesan jî ne diyar e.

Dewleta Tirkiyê bi navê cûda û buhaneyên cûda hewl dide dîroka gelên herêmê tune bike, hedefgirtina cihên şûnwarî rastiya vê yekê nîşan dide.

Piştî 36 rojan, Konseya Ewlekariyê biryara (2401) derxist û mizgîniya rawestandina rijandina xwînê li Sûriyê da, lê mixabin, aliyekî ev biryar pêk ne anî, berevajî wê hovîtiya dewleta Tirk roj bi roj zêde bû, ji destpêka ragihandina agirbestrê ve zêdeyî 60 zarok û hejmareke mezin, jin û kesên bi temen hatin qetilkirin, bi giştî hejmara şehîdên sivîl ji destpêka êrîşê derket 227 û 651 birîndar.

Gerek bû ku aliyên têkildarî, nexwazin, yên ku biryara îmze kirine,komîteyek ji bo şopandina agirbestê şandibaye, da ku kiryarên dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê, yên derheqê sivîlan û wêrankirin û talankirina malên wan şopandibaya. Wekî tê zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê xaka dewletk din binpê dike û qanûnên navdewletî pêk nayîne.

Lê daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Efrînê em matmayî kirin. ji ber ku biryara wê rawabûnekê didin dagirkeriya Tirkiyê ya ku êrîşa bi navê operasyona leşkerî êrîşî Efrînê.

Di encama êrîşên bê sûc û sebeb sivîl hatin kuştin. Her wiha Rêveberiya Xweser a Efrînê tewanbar dike ku nahêle sivîl ji herêmê derkevin. Helwesta ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hovîtya Tirkiyê yên li ser Efrînê zêdetir dike.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku komîtyeke bişîne Efrînê da ku rastiyan bişopîne û hevdîtinan bi sivîlan re pêk bînin.

Herî dawî em bang li aliyên têkildarî dikin ku êrîşan rawestîne û erka xwe ya li hemberî sivîlan pêk bîne.”


PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket