YPG`ê Rûsiya tawanbar kir
kurdistani 01:05 PM - 2018-03-07YPG`ê Rûsiya tawanbar kir
Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir ku vekirina ezmana Efrînê ji bo firokeyên cengî Tirk re, rê li ber komkujiyan û hilweşandina gund û bajaran vekiriye û ji Rûsyayê xwest ku dest ji vê biryara xwe berde.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:
"Ev 47 roj in dewleta Tirk tevî komên xwe yên terorîst; Cebhet El-Nusra/DAIŞ êrîşeke hovane û şerekî vekirî tînin ser kantona Efrînê. Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekan û hêzan bikar tîn in.
Weke ku her kes dizane ezmanê herêma Efrînê di bin parastina Rûsya de ye. Eger Rûsya rê ji balafirên şer ên Tirkiyê re venekiriba, wê nikarîbûna derbasî ezmanên Sûriyeyê bûna û êrîşî Efrînê bikira.
Niha êdî ji her kesî ve diyar e ku Rûsya bi vekirina rê ji balafirên şer ên Tirkiyeyê re û rê dayîna wê ku komkujiyan derheqê gelê Efrînê pêk bîne, şirîkê êrîşa li ser gelê Efrînê ye. Ev hevkariya Rûsya piştî hewldanên wê yên tehrîkirina YPG û rêveberiya siyasî ya Efrînê ji bo berjewendiyên xwe li ser herêmê feriz bikin, pêk hatiye. Tu berjewendiya gelê Sûriyayê di tevgerên wê de nîne.
Rûsya bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re, di kuştin û komkujiya li ser gelê Efrînê û rijandina xwîna gelê Kurd ê sivîl û welatiyên bêguneh de şirîkê dewleta Tirk e.
Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li hikûmeta Rûsya dikin ku ji biryara xwe ya rê dayîna Tirkiyeyê ya êrîşa dijminan e ya li ser Efrînê û kuştina gelê wê, her wiha ji rûxandina bajarok û gundên wê vegere. Em bang li gelê Rûs jî dikin ku zextê li hikûmeta xwe bikin û rê nedin ku di planên xwe yên ti xizmetê nade gelê Rûsya dewam neke. Her wiha ji hikûmeta xwe bixwazin ku demildest ji biryara xwe vegere."
PUKmedia-YPGRojava
hewal ziyatr
-
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine
10:56 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
04:54 PM - 2024-04-17 -
Ammar Hekîm û Qasim el-Eracî serdana mezargeha Serok Mam Celal kirin
04:45 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
04:30 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Di bin sernavê "Pevçûn li Rojhilata Navîn"... Heştemîn Dîdara Silêmaniyê dest bi kar dike
Kurdistan 09:43 AM - 2024-04-17 -
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
Kurdistan 05:40 PM - 2024-04-17 -
Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe
Kurdistan 01:10 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
Kurdistan 04:37 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Eger hilbijartin neyên kirin dê herêm zirarê bibîne
Kurdistan 04:30 PM - 2024-04-17 -
Qubad Talebanî: Êzidiyan tevî xiyaneta ku hat serê wan nasnameya xwe parastine
Kurdistan 10:56 AM - 2024-04-17 -
Serok Bafil: Em ê êşên Êzdiyan bi dawî bikin
Kurdistan 04:54 PM - 2024-04-17 -
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
Kurdistan 10:19 PM - 2024-04-17