Silêmanî; Kempîna alîkariya Efrînê

kurdistani 07:40 PM - 2018-02-26
 Kempîna alîkariya Efrînê

Kempîna alîkariya Efrînê

Kempîna alîkariya Efrînê li bajarê Silêmaniyê hate ragiahndin û destpêkirin.
Îro roja duşemê li bajarê Silêmaniyê, kempîneke ji aliyê karmendên tenduristiya Silêmaniyê ve pêkhat.

Her weha ew kempîn ji bo komkirina derman û şandina ji herêma Efrênê re ku wê ji dermanên pir pêwîst be, tako pêdewîstiyên birîndaran bi cih bikin.

Bi hevrêziya li gel Heyva Sor a Kurdî, saziya karmendên tenduristiya Silêmaniyê dest bi kempînekê ji bo alîkariya Efrînê ji aliyê tenduriostiyê ve bikein hat kirin.
Di wê barê de, serokê sendîkeya karmendên tenduristiya Silêmaniyê Hejîn Osman ragihand ku niha rewşa tenduristiyê û derman û kelûpelên tenduristiyê li herêma Efrînê pir kême.

Osman daxwaz kir ku bi awayekî girîng hemû ew kesên ku di bawrê tenduristiyê de dixebitin, pêwîste alîkariyê pêşkêş bikin.
Ji aliyê xwe ve jî, nûnerê Rojavayê Kurdistanê li herêma Kurdistanê diktor Cewîdan jî ji ragihandinan re ragihand ku bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên tirkan li dijî Efrînê, wê bibe sedema ku Erdoxan dest bi komkujiyan li dijî xelkê Efrînê bike, ji ber ku heya niha bi binketiye .

Hêjayî gotinê ye ku wê li cadeya Mawlewî dest bi karê kempînê bê kirin û wê li wê derê derman kombikin .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket