Heyeta ji Rojava û Başûr çû serdana Konsolosxaneya Çekyayê

kurdistani 03:42 PM - 2018-02-26
Heyeta ji Rojava û Başûr çû serdana Konsolosxaneya Çekyayê

Heyeta ji Rojava û Başûr çû serdana Konsolosxaneya Çekyayê

Heyeta ji Rojava û Başûrê Kurdistanê çûn serdana Konsolosxaneya Çekyayê ya li Hewlêrê. Heyetê xwest ku bila Salih Muslum serbest were berdan.

Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb li ser navê Rêveberiya Rojava tevî parlementerên herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn û Îzet Sabir çûn Konsolosxaneya Çekyayê ya li Hewlêrê û xwestin ku Hevserokê berê yê PYD’ê, Rayedarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslum serbest were berdan.

SEFÎR: EM JÎ ŞAŞ MAN

Sefîrê Çekyayê yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew ji ber binçavkirina Muslim şaş mane û ew ê peyama heyetê ragihînin hikumeta Çekyayê.

SABÎR: NE MEŞRÛ YE

Piştî serdanê li Parlementoya Herêma Kurdistanê, parlementer Îzet Sabîr daxuyaniya çapemeniyê da û got, “Me ji Sefîrê Çekyayê re got ku, daxwaza Tirkiyeyê ya ku dixwaze Çekya Salih Muslum teslîmî Tirkiyeyê were kirin, ne meşrû ye. Ji ber ku Salih Muslum ne hemwelatiyê  Tirkiyeyê ye û Salih Muslum bi awayekî fermî li Çekyayê ye.”

EREB: MUSLUM NÛNERÊ AŞTIYÊ, DEWLETA TIRK JÎ NÛNERÊ TERORÊ YE

Piştî daxuyaniya çapemeniyê Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb jî got ku, “Salih Muslum nûnerê aştiyê ye. Li Rojava di şerê li dijî terorê de bandoreke xwe ya mezin heye. Ev bavê şehîdan e. Me ji Konsolosxaneya Çekyayê re got ku, dewleta Tirkiyeyê piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Ji ber vê jî divê Salih Muslum roj berî rojekê serbest were berdan.”

EMÎN: ME RAPOR JÎ PÊŞKÊŞ KIR

Parlementer Şêrko Heme Emîn jî got, “Di serdanê de, me rewşa heyî ya Efrînê û êrîşên li ser Efrînê bi raporekê pêşkêşî konsolosxaneyê kir.”

GORAN: DIVÊ LIJNEYA WEZÎRAN TÊKEVE DEWRÊ

Koma Parlementoyê yê Herêma Kurdistanê ya Tevgera Goran têkildarî binçavkirina Salih Muslum a li Pragê daxwazname da Serokatiya Parlementoyê û got, “Divê Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê bangî Sefîrê Çekyayê yê li Herêma Kurdistanê bike û bipirse bê ka çima Salih Muslum hatiye binçavkirin.”

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket