Hêzên Êraqî şikefteteke DAÎŞê hilweşand,30` kujî

kurdistani 09:38 AM - 2018-02-26
Hêzên Êraqî şikefteteke DAÎŞê hilweşand,30` kujî

Hêzên Êraqî şikefteteke DAÎŞê hilweşand,30` kujî

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê li çoltera Mûsilê şikevta ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê têde bûn bombebaran kir. Di bombebaranê de 30 milîtan hatin kuştin.

Fermandarê yêkîneya 20emîn a artêşa Iraqê Ebbas Ebdulmunîm di axaftina xwe de ragihand ku artêşa Iraqê li ser agahiyeke îstîxbaratî li bajarokê Beacê ku dikeve rojavayê Mûsilê şikevteke milîtanên DAIŞê tespît kir.
Her weha jî Ebbas di berdewamiya axaftina xwe de got: "Şikevta ku DAIŞ têde bûn bi elketrîk, av û navgînên veguhestinê hatibû arastekirin. Hêzên ewlehî şikevt bi bombebaranê hilweşand."

Ebdulmunêm amaje bi wê jî da ku "Hemû milîtanên şikevtê hatin kuştin. Piştî bombebarana hêzên ewlehî di nava şikevtê de dengê çend teqînan hat. Ev jî dide nişandan ku di nava şikevtê de teqemenî, cebilxane û sotemenî heye."

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket