QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê eşkere kir

kurdistani 07:16 PM - 2018-02-25
  QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê eşkere kir

QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê Efrînê eşkere kir

 Di roja 37′emîn a Berxwedana Serdemê de, Şervanên QSD′ê li dijî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li dar xistin û derbeyên giran li dagirkeran dan. Li aliyekî din jî herêm rastî bombebarana balafirên Tirk tê.

Navenda Ragihanda QSD′ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî yên  şerê Efrînê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

″Bajarê Efrînê

Ji saetên sibehê ve bajarê Efrînê yê ku hêzî 500 hezar kes lê dijîn, rastî tobarana bi çekên giran a Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra tê.

Şiyê

Hêzên me duh di saetên piştî nîvroj de li derdora gundê Çeqela erebeyeke Artêşa Tirk şopand û hedef girt. Di encamê de erebe hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin. Her wiha navçe dem  dem rastî bombebarana balafirên Tirk dihat.

Şera

Şerê ku ev 3 rojin li derdora gundê Omera di navbera hêzên me û Artêşa dagirker didome, duh giran bû û heta saetên şevê dom kir. Di encamê de dagirkeran derbeyên giran ji destê şervanan xwarin. Hat tesbîtkirin ku 35 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin û erebeyeke leşkerî ya dagirkeran hat bi temamî hat rûxandin.

Her wiha ji şevê din ve, gundên Sinara û Anqele rastî bombebarana balafirên Tirk tê.

Cindirêsê

Hêzên me şevê din li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin. di encamê de 6 çete hatin kuştin. Her wiha çalakiyek li dijî barageyeke çeteyên El-Nusra û DAIŞ′ê  ya li derdora gundê Celemê jî li dar xistin û hejmarek çete hatin kuştin.

Her wiha navenda herêma Cindirêsê jî dem dem rastî bomebebarana balafirên Tirk dihat.

Îro saet di 10′ê sibehê de jî, gundê Kefer Dele ji aliyê balafirên Tirk ve hat bombebarankirin.

Ezaz

Hêzên li derdora bajarê Ezazê jî çalakiyek li dijî dagirkeran li dar xistin. Di encamê de dagirkeran derbeyên giran xwarin.

Raco

Herêma Racoyê dem dem rastî bombebarana balafirên Tirk tê.

Mabata

Navçeya Mabata jî dem dem rastî bombebarana balafirên Tirk tê.″

(mm)

PUKmedia-QSD

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket