Salih Muslim bi daxwaza Tirikiyeyê li Pragê hate binçavkirin

kurdistani 12:52 PM - 2018-02-25
Salih Muslim bi daxwaza Tirikiyeyê li Pragê hate binçavkirin

Salih Muslim bi daxwaza Tirikiyeyê li Pragê hate binçavkirin

Hevserokê berê yê PYD’ê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim, bi daxwaza Tirkiyeyê li paytexta Çekya Pragê hate binçavkirin.

Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim ji bo tevlî konferansekê bibe li paytexta Çekya Pragê bû.

Muslim li otela ku lê bû ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatibû şopandin û wêneyên wî di medya Tirk de hatibûn weşandin. Ji ber vê yekê, polîsên Çekya tedbîrên ewlekariyê yên li otela ku Muslim lê bû zêde kirin.

Lê belê polîsên Çekya yên duh ketin otelê, gotin ku wê li ser giliyê Tirkiyeyê wî bigirin binê çavan.

Rayedarên Kurd li ser mijarê bi rayedarên Çekya re hevdîtin kirin, lê hê bersiveke zelal negirtine.

 

PUKmedia /Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket