Jinên Bakurê Sûriyê: Balefirên Tirkan nikarin vîna me bişkînin

kurdistani 11:46 AM - 2018-02-25
Jinên Bakurê Sûriyê: Balefirên Tirkan nikarin vîna me bişkînin

Jinên Bakurê Sûriyê: Balefirên Tirkan nikarin vîna me bişkînin

Jinên Bakurê Sûriyê ragihandin ku çûqas Artêşa Tirkiyê kerwanên me ên ku berê xwe didin Erda Zeytûnê hedef bigrin weqasa vîna me bihêztir dibe.û herdem emê berê xwe bidin Efrîn ê û ji bo bilindkirina morala Şervanên me.

Her weha jî Artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrîn ê zêdetir kiriye te ku kerwana Gelê Bakurê Sûriyê topbarab kir,Artêşa Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞê ev 37`roj in bi hemû hêz û tank û Balefirên xwe bi tewşankî navçeyên Herêma Efrîn ê bombebaran dikin ti Mizgeft û Dibistan û Mezarên şehîdan û şûnên Aborê ji dest xwe ne filitandine û mal û milkên welatiyên sivîl talankirine.


Jinan amaje bi wê jî dan ku bi êrîşkirina Erdogan li ser sivîlên ku ji bo piştivaniya Gelê Efrîn diçûn Herêmê têkçûna xwe aşkire kir ,bal kişandin ser Berxwedana Şervan û Gelê Efrîn ê jî gotin berxwedana ku li Efrîn ê tê kirin di Cîhanê de ne bûye ji ber ku bajareke bi çok wek Efrîn ê li hemberî duyemîn dewleta Nato yê bi çekên sivik li ber xwe dide.û gotin jî heta balefir û Kîmyawiyê ku Erdogan li dijî sivîlan bi kar tîne nikare vîna gelê Efrîn bişkine û dest nîşan jî kirin ku ji zarokan te pîran bi dewamî aîşana Serkeftin ê radikin û bawariya wan pir bi Şervanên wan mazine û nêrînê wan Efrîn qet nakefe û dê bi serkefe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket