Heyva Sor: Ji ber topbarana Tirk em nikarin birîndaran rakin

kurdistani 07:44 PM - 2018-02-23
Heyva Sor: Ji ber topbarana Tirk em nikarin birîndaran rakin

Heyva Sor: Ji ber topbarana Tirk em nikarin birîndaran rakin

Êrîş û topbarana dweleta Tirk û çeteyên wê li ser Herêm û navçeyên Efrîn ê li pêş çavên hemû dunyayê kete rojê xwe yê 35`.

Endamê Heyva Sor a Kurdî yê şaxa Efrîn ê a bi navê (E.X) di dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku ev 35`roj in Artêşa Tirk a ku dixwaze Herêma Efrîn ê degir bike bi hemû hêz û top û tivingên xwe û bi hemû çek û alavên modern êrîşî ser Herêm ê dike, E.X dest nîşan kir ku Artêşa Tirk di êrîşên xwe de zêdetir sivêlan hedef  digre û got jî Heyva Sor rojene bi dehan kesên sivîl di navbera kujî û birêndar de di bin topbarana balefirên şer ên Tirkiyê de radikin  Nexweşxaneyê ,ên kujî radestî xwediyên wan dikin û yên birîndar jî dermandikin û gelek jî hene leşên wan bûne perçe te ku nayên naskirin ew kîne.

Di dewamiya axaftinê xwe de (E.X)amaje bi wê jî da ku gelek caran Artêşa Tirk û çeteyên wê bi zanebîn tîmên wan ya Heyva Sor kiriye armanc û topbaran kirine,ji ber vê yekê dibêje ew gelek zehmetî di veguestina birîndaran de dikşînin . Her weha jî ji me re aşkire û xûya kir ku armanca Dewleta Tirkiyê Qirkirine,ji ber ku balefir û tangên wan bi tewşankî Herêm ê top û bombebaran dikin te niha gelek Mizgeft û cihên avê û Kevnar û Şûnewarên bi armanca tinekirina dîroka Kurdan liEfrîn ê topbaran kirine . Da zanîn jî ku te niha ji ber rûxandina Dibistanan nêzîka 50`hezar Şagirt ji xwandinê dûr ketine ev jî bendor li ser pêşerojê wan dike û ji ronakiya zanistê dûr dikevin.

Artêşa Tirk di êrîşên xwe de ti cudehiyê nake nav Şervan û sivîlan ew bi awayeke giştî topên xwe davêje .
Di dawiya dexuyaniyê de (E.X) dexwaz kir ku Civaka Navnetewî bê dang nemîne û lipêş Oparesyona Çiqla Zeytonê û êrîşên Tirk raweste û dexwaz kir ku hemû Rêxistinên Mirovehiyê li dijî Tirkiyê rawestin û destekê bi Gelê Efrîn din û êdê bese ji bêdengiya Dunyayê re divê ku her dewletek helwesta xwe nîşan bide.


PUKmedia-Nazliyê Remedan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket