Demê Çalakiyên ji bo Efrîn ê aşkire bû

kurdistani 11:17 AM - 2018-02-23
Demê Çalakiyên ji bo Efrîn ê aşkire bû

Demê Çalakiyên ji bo Efrîn ê aşkire bû

Bi pêşengiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) sibe li 7 navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê bi armanca piştgiriya berxwedana gelê Efrînê wê çalakî bên lidarxistin.
Çalakî bi dirûşmeya ‘Başûr piştgiriya Efrînê dike  û ji bo Efrînê em meş dikin’ tên lidarxistin û dê dewleta Tirk jî ji bo oparesyona Şiqna Zêtinê şermezar bikin.

Dem û cihê çalakiyên sibe bên lidarxistin wiha ye:
Silêmanî: Roja Şemiyê 24’ê Sibatê saet 14:00’an meş li Cadeya Salim (Seholeke) destpê dike heya ber Baxê Giştî dimeşin.

Hewlêr: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:00’ê li Parka Şanedar çalakiyek tê lidar xistin.

Helebce: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:30’ê li ber Banka Kevin çalakî tê lidar xistin.

Kelar: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 16:00’ê meş li ber Parka Leyla Qasim destpê dike û heya nav bazara giştî ya navçeyê wê bimeşin.

Ranya: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:00’ê meş li ber Dibistana Amadeyî ya Keçan a Ranya destpê dike heya Seray (qada) Ranya.

Koyê: 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:00’ê li ber Parka Qureberaz çalakî tê lidar xistin.

Soran (Diyana): 24’ê Sibatê roja Şemî saet 14:00’ê li nav bazara Diyana çalakî tê lidar xistin.

 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket