Pêwîstiya Efrîn ê bi lez bi Derman heye

kurdistani 10:32 AM - 2018-02-22
Heyva Sor ji bo Derman bang li Rêxistinên Navnetewî kir

Heyva Sor ji bo Derman bang li Rêxistinên Navnetewî kir

Heyva Sor yê Kurdistanê a şaxa Efrîn ê ji bo alîkarî û dest dayîneêke bi lez ji Herêma Efrîn re bang li hemû Rêxistinên Navnetewî kir.

Ji ber dewamiyê êrîş û topbarana Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li ser navçeyên Herêm ê ,di van 33`rojnan de bi sedan kesên sivîl di navbera kujî û birîndar de ketine û bi taybet di dema ku Artêşa Tirkiyê çekên kîmyawî bi kar tîne de derman zor pêwît dibe ji ber vê yekê Henîf Hesen endamê Heyva Sor şaxa Efrîn ê di dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia yê re ragihand ku pêwîstiya Nexweşxaneyên Efrîn ê pir bi derman heye û da zanîn jî ku kadirên xwe li 6` xalan belavkirin te ku birîndaran derman bikin her weha jî pêwîstî bi otombêlên veguhastina Birîndar û nexweşiyan jî heye .
Dexuyanî bi bang kirina Rêxistinên Navnetewî hat bi dawî kirin û bi taybet bangî Xaça Sor ya Navnetewî kirin ku tevlî vê pirsgirêkêbin û van êrîşên ku li ser Efrîn ê tên kirin rawestîn in.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket