Partiya Merkel CDU: Tişta herî baş ku Tirkiye ji Efrînê vekişe

kurdistani 06:12 PM - 2018-02-21
Partiya Merkel CDU: Tişta herî baş ku Tirkiye ji Efrînê vekişe

Partiya Merkel CDU: Tişta herî baş ku Tirkiye ji Efrînê vekişe

 Berdevkê Polîtîkaya Derve yê Partiya CDU ya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel Jurgen Hardt, xwest hêzên Tirkiyeyê ji Efrînê vekişin.
Berdevkê Polîtîya Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîka Xisrîstiyanan (CDU) Jurgen Hardt di radyoya Deutschlandfunkê de got: “Wisa difikirim ku ev tevger ne tevgereke hevgir e.”
Her wiha Hardt ev tişt jî got: “Baweriya min ew e ku ya baş û aqilane ew e ku Tirkiye demildest dawî li vê tevgerê bîne û Sûriye jî li ser kontrola sînorê xwe hûr bibe.” Rayedarê CDU’yê destnîşan kir ku divê Konseya Atlantîka Bakur (NAC) ku organa biryara siyasî ya herî bilind a NATO’yê ye, li hemberî Tirkiyeyê helwesta xwe nîşan bide.
Hardt, diyar kir ku hîn Tirkiye û Sûriye nehatine asta şerê hev bikin, lê belê tehdîda ku Tirkiye daxilî pevçûnên li nav Sûriyeyê bibe heye. Hardt got ku wê ev yek ji bo Tirkiyeyê zaf talûke be.

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket