Dilawer Zengî helbestek li ser zarokên Efrînê

kurdistani 11:30 AM - 2018-02-13
Helbestvan Dilawer Zengî

Helbestvan Dilawer Zengî

Ez vê helbestê diyarî zarokên bajarê Efrîna berxwedêr dikim.
Dilawerê Zengî

Efrînê xweş Efrînê
Navê te pir şîrînê
Lîlavê him avjînê
Çîmen û Deşt û şînê

Efrînê bû talan e
Şer şerê Erdoxan e
Keç û xortan halan e
Roj roja berxwedan e

Efrîna me şîrîn e
Dijmin ew har û dîn e
Karê wan serbirîn e
Kuştin û şer û kîn e

Efrînê serhildan e
Kobanê navnîşan e
Cizîrê navgiran e
Ev xemla Kurdistan e.

Helbestvan Dilawer Zengî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket