Êrişên Tirkiyê li dijî Efrînê li ser masa parlemana Êraqê

kurdistani 05:18 PM - 2018-02-07
Êrişên Tirkiyê li dijî Efrînê li ser masa parlemana Êraqê

Êrişên Tirkiyê li dijî Efrînê li ser masa parlemana Êraqê

Şandeke Rojavayê Kurdistanê serdana nûsîngeha parlemana Êraqa federal li bajarê Suilêmaniyê kir.
Li gor beyannameyeke nûsîngeha parlemana Êraqa federqal li Silêmaniyê ku wêneyek jê gihîştiye PUKmedia`yê, tê de hatiye ku serdana şandeke Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya hevseroka kantona Cizîrê Heyva Erebo, serdana wan kiriye û ji aliyê parlementerên parlemana Êraqê ve hatiye pêşwazîkirin ku pêkhatiye ji her yek, Mehmûd Rida, Rêzan Şêx Dilêr, Rengîn Ebdul, Musene Emîn Bekir û Hoşyar Abdulah.

Di wê barê de, Nûnera Kongireya Star li Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl ji PUKmedia`yê re ragihand ku civîna îro ya li gel parlementerên kurd ên di encûmena nûneran ya Êraqê, pir erênî bû.

Di der barê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de jî, Xelîl got; Wê di demên pê me de, pêşketinên pir baş di peywendiyên di nacvbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bêne holê.

PUKmedia-Macid Hebîb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket