Bêhtir ji 100 hezar Efrînî xwepêşandan kirin

kurdistani 05:50 PM - 2018-02-04
Bêhtir ji 100 hezar Efrînî xwepêşandan kirin

Bêhtir ji 100 hezar Efrînî xwepêşandan kirin

Bêhtir ji 100 hezar Efrînî li dijî leşkerkêşiya artêşa Tirkan û çeteyên bi wan re, xwepêşandan kirin.

Îro roja duşemê 4-2-2018`an li bajarê Efrînê, bêhtir ji 100 hezar ji cemewerê xelkê Efrînê, xwepêşandaneke nerazîbûnê encam dan û tê de êrişa artêşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê, bi tundî şermezar kirin.

Her weha di wê xwepêşandanê de, piştîvaniya xwe li berxwedana Efrînê û bi taybetî hêzên YPG`ê û YPJ`ê kirin û pêngavên berevaniya dîrokî li hemberî artêşa duyemîn ya endamê Nato ku îro 16 rojin li ber xwe didin.

Di wê xwepêşandanê de, hat daxwezkirin ku civaka navneteweyî li hemberî komkujî û siyaseta qirkirina kurdan li herêma Efrînê bê deng nebin û bi taybetî Rûsiya û Amerîkayê û xwedî li erkên xwe ên mirovahî derkevin tako sivîlan ji firoke û tank û topên Nato ên ku Tirkiyê li dijî gelê kurd bi kartîne rizgar bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket