Dewleta Tirk li dijî Efrînê çekên NATO bikar tîne

kurdistani 10:09 AM - 2018-02-04
Dewleta Tirk li dijî Efrînê çekên NATO bikar tîne

Dewleta Tirk li dijî Efrînê çekên NATO bikar tîne

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20’ê çile ve çekên NATO’yê li dijî gelê Efrînê bikar tînin û herêmên sivîl, şûnwar, her wiha embulansa Heyva Sor a Kurd û mizgeft jî hatin topbarankirin. Mizgefta Cindirêsê 2 caran hate topbarankirin. LI vir mirov dikar pirs bike gelo NATO wekî alav di destê Tirkiyê de ye û di riwya wan re yasayên navdewletî binpê dikin. Gelo wê NATO derheqê dewleta Tirk û çekên NATO ku dide komên çete yên girêdayî Qaîd ( di lîsteya navdewletî ya terorê de ye.” Ew bûn ên li ber çavên diniyayê cenazeyê şervana jin a YPJ’ê êşkence kirin.

Tevî îdayên dewleta Tirk ku dibêjin ew çekên li Tirkiyê hatine çêkirin, di êrîşa li ser Efrînê de bikar tînin, lê hemû tangên ku li Elmaniya hatine çêkirin û sivîlan topbaran dikin nas dikin.

Her kes jî dizane ku hilîkopterên Kopra yên Amarîkî bingeha hêzên deryayî yên Amarîka ne, îro lidijî sivîlan têne bikaranîn. Di heman demê de bargehên şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê bomebebaran dikin. Ev hêzên ku rola wan di tunekirina çeteyan û teroristan de hebû û li şûna hemû cîhanê şerê terorê dikirin. Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê jî ev tişt isbat kir û got ku hêzên QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê bala hemû cîhanê kişandin ser xwe. Di heman demê de hêzên QSD’ê hîn li Dêrazorê şerê DAIŞ’ê dike.
Tu kes nikare ji nedîtî hesab bike ku çawa balafirên Amarîkî yên F-16 di êrîşa li ser Efrînê de têne bikaranîn. SIvîlan bi wan qetil dikin, her wiha cihê dîrokî li Ên Darî û perezgeha Nebî Hûrî jî wêran kirin.  Hemû kiryarên wan li dijî nirxên mirovahiyê ne. yasayên navdewletî û mafê mirovan binpê dikin.

Sûca herî dawî jî ku Artêşa Tirk û çeteyên wan pêk anîn, êşkenceya Cenazeya şervanan YPJ’ê bû. Ev bûyer dîmenek ku hemû cîhan li ser wê diheje, lê hîn jî civaka navdewletî ji bêdengiya xwe derneket. Ev bê dengiya wan tenê peyamekê dide e jî ku ew ji vê bûyerê razî ne.

Di Peymana Cinêv a 4’an de ku di sala 1949’an de hate imzekirin, dibêje ku divê di demên şer de welatiyên sivîl werin parstin.

Li gorî qanûnan divê kesên sivîl, kesên ku çekên xwe danîne werin parstin. Lê tevî van qanûnan, dewleta Tirk û çeteyên wê di şerê xwe de hemû yasayan binpê dikin heta niha hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 125 an, piraniya jin, zarok û kalepîr in. Ev agahî ji rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hatiye wergirtin.

Tevî hemû hejmarên ku hatine girtin ku ji ber êrîşên Artêşa Tirk û bermahiyên Qaîda û çeteyên DAIŞ’ê pêk tên, lê hîn NATO û hemû civaka navdewletî bê deng in. Di şerê li dijî Efrînê de çekên NATO bikar tînin, lê hîn jî dewleta Tirk nehatiye rawestandin.

PUKmedia/Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket