Artêşa Tirk bi termê şervaneke YPJ`ê lîstin

kurdistani 09:38 PM - 2018-02-02
Artêşa Tirk bi termê şervaneke YPJ`ê lîstin

Artêşa Tirk bi termê şervaneke YPJ`ê lîstin

Leşkerên tirkan û komên çekdar ên terorîst ku xwe bi ser opozisyona Sûrî dinasînin, bi termê şervaneke YPJ`ê lîstin.

Duhê li navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê, artêşa Tirkiye û çeteyên terorîst, siviktî bi termê şervana YPJ`ê Barîn Kobanê kirin û perçe perçe kirin û silvî li ber girtin.

Di dîmeneke vîdyoyî de, aşkire dike ku komek ji leşkerên tirkan û komên çekdar dest davêjin termê şervaneke YPJ`ê ku şehîd bibû, her weha silvî û wêne bi vîdo jî digirtin û digotin ev çiqas xwişike û perçe perçe kirin. Di heman demê de, hemû ew tawanbarana bi yek deng banga Alah û Akber kirin.

Ji aliyê xwe ve, ev kiryar ji aliyê çalakvan û rêxistinên sivî û ên mafên mirovan ve bi tundî hat şermezarkirin û bi kiryarekî ne mirovane û bi binpêkirina mafên mirovan nirxandin.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Barîn Kobanê ji gundê Ka`er Kelbînê ya ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin li bakurê Babê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket