Rûsya: Sivîl di nav de, bi sedan kes li Efrînê hatine kuştin

kurdistani 07:04 PM - 2018-01-31
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê

Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ragihand ku di 10 rojên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de, sivîl jî di nav de bi sedan kes hatine kuştin.
Zaxarovayê di civîna xwe ya heftane de got: "Rayedarên tirk radigihînin ku operasyona leşkerî ya roja 20 mehê li dijî YPG û PYDê daye destpêkirin bi rêziknameya NYyê ya mafê xweparastina dewletan û tunekirina komên terorîst re guncav e. Li gor daneyên hatine ragihandin, di maweya 10 rojên operasyonê de di encamê pêvçûnan de jimara kuştîyan gihaştiye bi sedan kesan."
"REWŞA LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ NÎGERANIYEKE CIDÎ ÇÊDIKE"
wiha Zaxarovayê diyar kir ku rewşa li bakurê Sûriyeyê nîgeraniyeke cidî çêdike û wiha pê de çû: Helbet em li ser şopandina rewşa li Herêmê berdewam in. Rewş nîgeraniyeke cidî çêdike. Moskow di çarçoveya operasyonsa Tirkiyeyê ya li Efrînê de bangî aliyan dike ku bipîvan tevbigerin."
Ji aliyê din ve, Zaxarovayê teqez kir ku helwesta Rûsyayê ya piştgirtina yekîtî û serweriya axa Sûriyeyê û herwiha yekîtiya Sûriyeyê berdewam dike.
Zaxarovayê di daxuyaniyê dibêje ku "zarok jî di nav de bi sedan kes hatine kuştin".

PUKmedia-sputnik

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket