Bira û bavê şehîdan strana tolhildana wan dibêje

kurdistani 04:03 PM - 2018-01-29
Bira û bavê şehîdan strana tolhildana wan dibêje

Bira û bavê şehîdan strana tolhildana wan dibêje

Binêre Cîhan....

Bibîse felek...

Binivîse dîrok...

Ev rastiya gelê me ye...

Ev rewabûna doza me ye...

Ev jêdera wureya me ye..

Ev rastî, jêdera berxwedana Efrînê ye..

Ev dîmen, felsefeya parastina Efrînê ye..

Ev vejîna têgeha gelê Efrînê ye..

Bi vê rewana geşbîn û dilgeş em ê bi ser keve in.

Bi vê helwesta dirûst, emê her li ber xwe bidin...

Bi vê nêzîketiya zelal, em ê neyaran têk bibin...

Bi vê şêr gelî, em ê bi yekcarî bi serkev in ....

Binêre Cîhan çawa bav li ber serê lawê xwe yêî şehîd, strana şehîd dibêje..

Bibhîse ey felek, çawa bavê şehîd, li ber serê lawê xwe strana tolhildanê dibêje.

Binivîse ey Dîrok, çawa bavê şehîdê berxwedana Efrînê, ji bo lawê xwe yê şehîd moralê dide derdorê xwe û sonda dirêjdayîna berxwedana li hemberî neyaran dixwe.

Bila serê tevahiya gelê kurd û Kurdistan sax be, em dêndarê pakrewanên xwe ne, Silav û rêz ji bo bavê nemir Behcet heval Niyazi Efrin, em serê xwe li ber pakrewanên xwe ditewînin.

Silav û rêz ji bo tevahiya malbata pakrewan Behcet Sîdo em ê herdem bibêjhin ku şehîd namirin.

Berxwedana Efrînê wê her bi serkev e.. Neyarên doza me wê her têk biçin û poşman bibin.

Silav li berxwedanvanên destana Efrînê, YPG-YPJ-HSD`ê...

Silav li gelê Efrînê yê xweragir û bi rûmet...

Bijî Berxwedana Efrînê..

Bijî vîna azad ya gelê me li Efrînê..

Bimre dagîrker û terorîst û xayîn...

Bijî Kurd û Kurdistan..

 

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket