Wa ye endamên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî Efrînê dikin

kurdistani 03:54 PM - 2018-01-27
Wa ye endamên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî Efrînê dikin

Wa ye endamên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî Efrînê dikin

Dewleta Tirkiyeyê hin çeteyên DAÎŞ’ê di nav komên Mertala Firatê de bi cih kiribû û îro bi jî van çeteyên xwe Efrînê dagir dike. Va ye navê van çeteyan.

 Roj bi roj têkildarî rabirdûya çeteyên dewleta Tirk agahiyên nû derdikevin holê û hevkariya ‘Enqere-DAÎŞ’ê zelaltir dibe. Bi agahiyên nû re, derdikeve holê ku Erdogan ê ku unîformayê leşkerên xwe li çeteyên Heyet Tahrîr El Şam’ê dike, li Cerablûs, Bab û Ezazê endamên DAÎŞ’ê îstîhdam dike.

ANF’ê çend roj berê mikurhatinên rêveberên MÎT’ê weşandibû, yên ku HPG’ê ew giritbûn. Van rêveberên MÎT’ê têkildarî şandina alîkarî û piştgiriya çeteyan qala tiştan kiribûn. (https://anfkurdi.com/rojane/reveberen-mIt-e-li-alikariya-tc-a-ji-bo-daIS-u-nusra-mikur-hatin-91604)

Dîsa di nûçeya ANF’ê de ya ku di 10’ê Çileyê de bi sernavê ‘Belgeya qirêj a di navbera dewleta Tirk û DAÎŞ’ê de’ belgeyek pêşkêş kiribû. Di vê belgeyê de biryar heye ku endamên DAÎŞ’ê heke 5000 dolar bidin ‘fonê’ ew ê karibin di nav komên Mertala Firatê de bi cih bibin.

Va ye belgeyeke din. Di vê belgeyê de navê endamên DAÎŞ’ê hene yên ku bi tevî dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê dikin.

1-Enver Îbrahîm El Cubu

Di sala 1976’an de li gundê El Bişeriye yê Dirbêsiyê ji dayîk bû. Tevlî nav çeteyên DAÎŞ’ê bû, di sala 2015’an de derbasî Tirkiyeyê û niha jî di nav Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de ye.

2-Îsmaîl Firaz El Abbar

Ji gundê Sibilxan ê Dêrazorê ye, 35 salî ye. 2 salan emîrtiya DAÎŞ’ê kir. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê ew girt, 10 rojan di zindanê de ma û reviya Tirkiyeyê. Piştî ku salekê li Tirkiyeyê ma, tevlî nav komên Mertala Firatê bû.

3-Basil Naîf El Şehab

Di nav DAÎŞ’ê de navê wî Ebû Zeyd El Heddaî ye. Ji gundê Kordoba yê Tilhemisêye. Berê tevlî nav Cephet El Nûsrayê bû û piştre jî tevlî DAÎŞ’ê bû û êrîşî Kobanê kir. Niha di nav Tabûra Sûltan Mûrat de, berpirsê komekê ye.

4-Evdil Qadil Siveç

Ji gundekî Şedadê, ji eşîra Beggara ye. Tevlî nav DAÎŞ’ê bû. Serçeteyê Lîva Deral El Hesekê ya girêdayî Tirkiyeyê ye.

5-Emmar Ebdulezîz El Abbas

Ji gundê El Hermûşiye yê Dêrazorê ye. Di nav DAÎŞ’ê de navê wî Ebû Hemza ye. Niha li Îdlîbê endamê koma El Şerqiye ye. Nasnavê wî El Battar e.

6-Emmar Mûsa El Hemmadî

Ji gundê Qeyrewan ê Dirbêsiyê ye. Li Reqayê di nav refên DAÎŞ’ê bû. Niha li Cerablûsê, di nav komên Mertala Firatê de ye.

7-Xelîl Ehmed Nûrî

Ji gundê El Elîşa yê Şeddadê. Piştî ku şervanên YPG’ê Şeddadê rizgar kirin, ew derbasî Meyadînê bû. Niha di nav komên Mertala Firatê de ye.

8-Mehran El Xelef El Sufî

Pêşwaziya endamên DAÎŞ’ê yên ji Tûnûs û Cezayîrê dikir. Niha li herêmên Mertala Firatê, peywira ‘ewlekariyê’ bi cih tîne.

9-Hemed El Abdullah

Ji gundê Telberek ê Simehanê ye. Di sala 1995’an de ji dayîk bû. Di nav Cephet El Nûsra de li hemberî YPG’ê şer kir. Niha di nav komên Mertala Firatê de ye.

10- Salih Şehade

Di sala 1986’an de li gundê El Qendaye yê Kobanê ji dayîk bû. Di êrîşên Kobanê de cih girt. Niha li Cerablûsê di nav komên Mertala Firatê de ye.

11- Samîr Newaf El Xellûfî

Ji gundê Gehefê ê Tilhemis e. Bi navê Ebû Ebbas tê naskirin. Dema ku şerê navxwe yê Sûriyê dest pê kir tevlî nav komên OSO yê Tilhemisê bû. DAÎŞ dema ku Tilhemis dagir kir tevlî nav koma çete bû. Di şerê Til Merûf, Ceza û Rehayyê de şer kir. Piştî ku YPG Tilhemis azad kir pêşî çû Şeddadê û ji wir derbasî Tirkiyê bû. Dema ku li Tirkiyê bû tevlî tabûra Ecnad El Heseke bû. Bû yek ji berpirsê komê. Peywira wî ya li vir ew bû ku endaman ji bo OSO bibîne.

12- Mihemed Mehmûd El Casim

Navê dê Werdê ye. 1986’an li gundê Degan ê Sirrinê yê Kobanê çêbû. Tevlî nav DAÎŞ’ê bû. Piştî Sirrin azad bû çû Cerablûsê kete nav komên Mertalê Firatê. Niha bipeywira ‘ewlehiyê’ ye. Hewl dide ku ciwanên Sirrinê tevlî nav komên Mertala Firatê bike. Birayê wî yê bi navê Ehmed ku çeteyê DAÎŞ’ê ye niha li Cerablûsê ye.

12- Hemed El Selame

Ji bajarokê Şêxler ê Cerablûsê ye. Tevlî nav çeteyên DAÎŞ’ê bû.Ji wir jî derbasî nav Mertalê Firatê bû. Niha li Cerablûsê bi rayeyek bilind ji ewlehiyê berpirs e. Bi MÎT’ê re têkiliyê wî yên geş hene.

14-Ehmed Eyyûb El Hîsso

Ji gundê Rehayen e. Demekê li nav OSO ma û pişte çû nav DAÎŞ’ê. Niha di nav komên Mertala Fİratê de berpirs e.

15-Şewket Xoce Semawî

Ji bajarokê Şêxlerê ye. 50 salî ye. Bi malbata xwe re li Cerablûsê dimîne. Di êrîşa ser Kobanê de mîrek DAÎŞ’ê bû. Berpirsekî komeke çeteyan a di nav Mertalê Firatê de ye.

16-Basil Hemmûd El Yasîn El Şêxan

Ji gundê El Cela yê Reqayê ye. Bi birayê xwe yê bi navê Yasîn û Beşar di nav DAÎŞ’ê de xebatên ‘ewlehiyê’ kirin. Her sê jî niha li Cerablûsê di nav komên Mertala Firatê de ne.

17- Hin kesên ku li Til Hemisê di nav DAÎŞ’ê de bûn lê piştî ku ji hêla YPG’ê ve hate azadkirin derbasî nav Mertalê Fitrê bûbûn:

1-           Muhemmed Emîn Esyud-1975’’an li gundê Belgîsa Biçûk hate dinê.

2-           Ehmed Emîn Esyud-1983’an li gundê Belgîsa Biçûk hate dinê.

3-           Amîr Suleyman El Ebdullah-1981’an ji dayik bû. Ji gundê Henwaya Mezin e.

4-           Adnan Silêman El Salîm-1983’an li Gundê Henwa Mezin hate dinê.

5-           Îsmail Salîh El Feyhan-1985’an li Henwa Mezin hate dinê.

 6-           Samîr Newaf El Dehhas-1987’an li Um Kiheyfê hate dinê.

7-           Newaf Xelef El Dehhas- ji gundê Um Kiheyf e.

8-           Michem Newaf El Dehhas-1983’an li  Um Kiheyfê çêbûye.

18- Mistefa Mihemmed Qedro û Silêman Mihemed Qedro: Ji eşîra El Cis in. Dema ku li Hesekê diman di nav OSO de bûn. Piştî ku El Nûsra çû hesekê tevlî Nusra bûn. Piştî ku rejîma Esat Hewran bi dest xist çûne Şeddadê û tevlî nav DAÎŞ’ê bûn. Ji wir jî çûne nav OSO, Mertalê Firatê.

19- Şeddat Ebbud El Uqle

Bi navê Eb Heqrûb tê naskirin. Ji eşîra El Bede ye, 32 salî ye. Dema ku şerê navxwe yê Sûrî dest pê kirî li Hesekê, taxa Xuweran dijî. Dema ku êrîşên ser Serêkaniyê hebûn bi du birayê xwe di nav çeteyan de bûn. Birayên wî Ebû Esat û Ebû Mecît li Serêkaniyê hatin kuştin. Piştî ku OSO û rejîma Sûriyê li hev kirin hatin taxa Heweran. Piştre derbasî Meyadinê, nav DAÎŞ’ê bûn. Niha li Cerablûsê di nav komên Mertalê Firatê de ne.

20- Hesen Ehmed Dexmellî

Bi navê Ebû Cerîh tê naskirin. Ji bajarokê Qebbasînê yê Helebê ye. Li Qebbasînê di nav DAÎŞ’ê de ma. Niha di nav komên Mertala Firatê de ye.

21-Mehemmed Yasîn Zahir

Ji herêma Bezzea ya Babê ye. Beriya bi 3 salan çû gundê Silheba yê Reqayê. Kurê wî yê bi navê Şadî berpirsê polîsan ê komên Mertalê Firatê ye. Kurdê wî her wiha ji têkiliyên MÎT’ê û komên Mertalê Firatê berpirs e.  Ev kes niha di nav wan koman de ye ku êrîşê bi ser Efrînê de tîne. Du birayên wî yên bi navê Verîd û Fehîd emîrên DAÎŞ’ê ne.

Yên herî zêde hatine xwendin

    Şervanên enternasyonalîst gihiştin Efrînê
    Karayilan: Dewleta Tirk li Efrînê têk çû
    BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 7’EMÎN DE YE
    Mukurhatinên leşker: 3 rojan me bomberdûman kir, 200 metre çûn û li me xistin
    Altûn: Hevalbendên me hêzên demokratîk in
    Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ji bo ‘Efrînê’ bang kirin
    BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 8’AN DE YE
    Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên bazara qirêj e

Encamên zêdetir ROJAVA-SÛRIYE

    TEV-DEM: Dewleta Tirk li Efrînê hetikî ye û şepirze bûye!
    Li Efrînê şerê giran û bombekirin
    BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 8’AN DE YE
    Nîşeyên 7 rojan ê eniya berxwedana Efrînê
    Ermenî divê li rex Efrînê bin
    Dîmenên navçeya Mabata ya Efrînê…

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket