Li Mabeta ya Efrînê komkujî ji aliyê Erdogan ve

kurdistani 11:54 AM - 2018-01-26
Li Mabeta ya Efrînê komkujî ji aliyê Erdogan ve

Li Mabeta ya Efrînê komkujî ji aliyê Erdogan ve

Ekîpên rewşên awarte yên  girtêdayî Heyva  Sor a Kurd  a Kantona Efrînê cenazeyên 5 kesên ku di komkujiya navenda navçeya Mabetayê de şehîd bûn ji bin enqazan der xistin.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker îro di demjimêr 03:30`an de, navenda navçeya Mabetayê  malên sivîlan bombebaran kirin. Di encamê de, 7 sivîl ji heman malbatê ku ji  koçberên Idlibê ne şehîd bûn.
Ekîpên Heyva Sor a Kurd cenazeyên 5 kesan ji binê enqazan derxist û hewldanên derxistina du cenazeyên din jî berdewam e
Nasnameya cenazeyên 5 kesên ku gihîştin nexweşxanê ev in: Taha El-Xatir 40 salî, Emîne Xatir 40 salî, Zekiye El-Xatir, Silêman El-Xatir 14 salî, Esra El-Xatir. Nasnameya du cenazeyên din ku hîna di binê enqazan de ne nehat naskirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket