Berxwedana Efrînê ya 6 rojan li hemberî 150 hezar leşkerên Tirkî

kurdistani 05:54 PM - 2018-01-25
Panorameya êrişa Tirkiyê li dijî Efrînê di heyama 6 rojan de..

Panorameya êrişa Tirkiyê li dijî Efrînê di heyama 6 rojan de..

Panorameya êrişa Tirkiyê li dijî Efrînê di heyama 6 rojan de..


    AKP bi navê Îslamê xwîna Kurdan dirijîne!
    Li Efrînê 16 leşkerên Tirk û çeteyên wê ve hatin kuştin
    2`Rawêjkarên Amerîkî di topbarana Tirkiyê de hatin kuştin
   
    Çeteyên Tirkiyê bandava Meydankê stiratîcîk bombe baran kir
    HSD taxa Giranic rizgar kir
    Firokeyên Tirkiyê bombebarana Meydankê kiirn
    Firoke û topxaneyên Tirkan Efrînê bombebaran dikin
    Bombebarana Tirkiyê li ser Efrîn bi dijwarî berdewam e
   
    Şervanên Biyanî tevlî YPG bûn
    Roja Cîhanî ya Efrînê
    KCDK-E: Ji bo piştevaniya Efrîn çalakî
    HSD: Çalakiyek pêk anîn,8`leşker hatin kuştin
    Bombebaran Cindirêsê şehîd û birîndar jî hene
    Firokeyên Tirkiyê navçeyên Efrînê bombe baran dikin
    Li Efrînê 17 cangorî hatin oxirkirin
    Efrîn; Rojnamevanek şehîd û yek jî birîndar...
    Li Dijî Efrînê 4 rojin êrişên firoke û tank û topên Tirkan berdewame
    Balefirên keşfî di gerînê li ser Efrîn de berdewam in
    Tirkiyê ajansa nûçeya ROJnews daxist

    PADÊ piştgiriya Efrîn dike
    Li Ezazê 2`oparesyon li dijî çeteyên Tirk
    HSD dest bi oparesyona Şoreşgar li dijî Tirkiyê kir
    Amerîka Ser Efrînê Tirkîyê Hişyar Dike
    Efrîn; Firokeyên Tirkiyê komkujiyek li ser sivîlan pêkanîn
    Tatlîsas jî tevlî komkujiyên li Efrîmnê bû
    Silêmaniyê jî êrişêîn Tirkiyê şermezar kir
    Careke din Tirkiyê navçeyên derdorî Cindirêsê bombebaran dike
    Behcet Ebdu: Bawariya Gel bi Şervanan pir mazin e
    Hewildana Tirkiyê ji bo ketinê ji Efrîn re têk çû
    TEV-DEM: divê Hevpeymaniya Navnetewî helwêstên xwe diyar bike
    Di encama êrişên 69 firokeyên Tirkî de şehî û birîndar hene
    Bi vîdo bombebarankirina gundên Efrînê
    Bi vîdo encama êrişên firokeyên Tirkiyê li ser Efrînê
    Artêşa Tirkiyê gundê Xelîl ya Efrînê topbaran kir
    Firokeyên Tirkiyê êrişî Efrînê kirin.
    YPG`ê bi serokên êlên herêmê re civiya
    Noam Chomsky; "Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû"


Efrîn; Firokeyên Tirkiyê komkujiyek li ser sivîlan pêkanîn

21/1/2018


Di encama êrişa îro de, ku li gundê Cilbirê, 11 welatiyên sivîl şehîdkirin ku 3 kes ji malbatekê şehîd bûn.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Firokeyên cengî ên artêşa Tirkan ya êrişker ku dixwaze Efrînê dagîr bike, êrişî bo ser mirîşgeheke sivîlan kir û li dijî sivîlan komkujiyeke pêk anî û  di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 11 sivîlên din jî birîndar bûn.

Di wê barê de, endamê desteya siyasî ya Hevpeymana Nîştimanî ya Sûrî Îbrahîm Hehmdo Rihmano li Başûrê Kurdistanê ji bo PUKmedia`yê ragihand ku îro li gundê Cilbirê ya nêzîkî Kefircenê li Herêma Efrînê, di encamê êrişîn firokeyên cengî ên Tirkiyê bo ser mirîşgehekê de,  8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 3 kes ji pismamên wî şehîd bûne û hejmareke mezin jî birîndarin.

Rihmano aşkire dike ku navên wan Qedûr û Ehmed û lawê Qedûr yê biçûk Hemûdê jiyana xwe ji dest dane û birayê wan ê mezin Xalid jî birîndar bû ye.

Hêjayî gotinê ye ku ev 3 rojin Tirkiyê dest bi operasyona dagîrkirina Efrînê kiriye û 2 rojin jî, bi şev û roj bi firokeyan li hemû navçeyên herêma Efrînê dide û li navenda bajêr û gundan jî dide û bombebaran dike ku heya niha jî bêhtir ji 17 welatiyên sivîl û 3 şervanên YPG`ê şehîd bûne û 25 ji birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê gundê Xelîl ya Efrînê topbaran kir
20/1/2018
Li gor ragihandina jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ku niha Artêşa Tirkiyê bi balefirên cengî êrîşî Gundê Xelîl ya Şiyê a Herêma Efrînê kirin.

Jêder amaje bi wê jî da ku ji ber destê sibehê îro ve, Artêşa Tirkiyê bi balefirên keşfî li ser gundên bajara Efrînê digerin, lê beriya 5`xulekan bombe bi ser gundê Xelîl ya girêdayî Şiyê de berdan.

Her weha jî dest nîşan li ser hijmarek ji gundên herêma Efrînê kir ku di yek dem de, hemû hatin êrîşkirin û topbaran kirin . Her weha navendên gundê Reco û Hecîku û hundirî Herêma Efrîn jî bi bombeyan ji aliyê Tirkiyê û çeeteyên wê ve hatin bombebarankirin.

Di encama êrişên 69 firokeyên Tirkî de şehî û birîndar hene

20-1-2018

Di encama êrişên 69 firokeyên Tirkî de 6 şehîd û 13 birîndar hene ku 3 ji wan rewşa birînên wan pir girane.
Li gorî peyamnêra PUKmedia`yê li Efrînê ku di êrişên roja 20-1-2018`an, ya ku Tirkiyê bi 69 firokeyên cengî êrişî bo ser bajarê Efrînê û derdora wê kiriye de, ziyanên madî û canî jî çêbûn.
Dazanîn ku di encama êrişên Tirkiyê bo ser herdu kantonên Efrîn û Şahbayê de, 6 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û tevlî karwana nemiran bû, 13 welatiyên din ên sivîl jî birîndar bûn ku 3 ji wan birênên xwe giranin.


Firokeyên Tirkiyê êrişî Efrînê kirin.

20/1/2018 17:16:00


Firokeyên cengî ên artêşa Tirkiyê êrişî Efrînê kirin.

Li gor peyamnêra PUKmedia`yê li herêma Efrînê ku niha li çiyayê Lêlûn firokeyên Tirkiyê dest bi bombebaranan kirin.

Peyamnêra me aşkire kir ku niha firokeyên Tirkî li ser herêmê re digere û bi dijwarî bombebaran dike û cihên ku lê dide, dûman bi awayekî berefereh tê nîşandan.

Derberê ziyanên canî hîn nehatiye zelalkirin.

Noam Chomsky; "Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû"
20/1/2018

Ji bo parastina ewlehiya Efrînê û rêgirtin li pêşiya êrîşên Tirkiye yê, ji zanayê mezin ê navneteweyî û dostê gelê Kurd #Noam_Chomsky û hevalên wî kampanya ya navneteweyî bi navnîşana: "Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû" dest pê kirin.

Her weha zanayê mezin Noam Chomsky û hevriyê wî David Harvey jî di nav de, nivîskar, akademîsyen û mafparêzên mirovan ên navdar jî hene ku ji bo xwedîderketin li Efrînê, dest bi kampanyayeke îmzeyê kirin.

Di metnê îmzayê de, li hemberî operasyoneke çavrêkirî ya artêşa Tirkiyê, li ser herêma Efrînê, bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.

Li kantona Şahbayê ya Efrînê şer dest pê kir
19/1/2018 21:31:00

Li kantona Şahbayê ya ser bi herêma Efrînê şer dest pê kir.

Li gor agahiyên nuh ên ji herêma Efrînê ku dibêje şerekî pir dijwar di navbera artêşa Tirkiyê û hêzên Şahbayê yên ser bi HSD`ê dest pê kirî û bi dijawarî berdewam e.

Li gorî agahiyên ku gihîştine destê PUKmedia`yê ku kuştiyên leşkerên tirk û çeteyên wan ji mertala Firatê rû le zêdebûnê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket