AKP bi navê Îslamê xwîna Kurdan dirijîne!

kurdistani 12:36 PM - 2018-01-25
AKP bi navê Îslamê xwîna Kurdan dirijîne!

AKP bi navê Îslamê xwîna Kurdan dirijîne!

Endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) li Pirtûkxaneya Ronakbîrî û Îrfanê ya Silêmanî bi rojeva "Îslama Medîne" û "Efrînê" li hev civiyan,Gelek mele û seyda tevlî civînê  ku 2 saetan dewam kir bûn.

Mele Niyaz Çomanî piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê û bi bÎr xist ku gelê Kurd demeke dirêje li ser axa xwe zilmê dibîne. Çomanî got, "Mixabin beşeke mezin a vê zilmê bi navê Îslamê hatiye kirin. Hewl hatiye dayin ku ola ma ya bedew bikin amûrek ji bo polîtîkayên qewmî û kujer. Lê me ji roja destpêkê ve ji xwe re Îslam bingehî girt."

Çomanî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û got, "AKP û Erdogan li her çar parçeyan zilmê li Kurdan dikin. Îro vê ola me ya pîroz bi kar tînin û bi navê wê, xwîna Kurdan dirijînin, ev zilm e, divê kes bêdeng nemîne."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket