Efrîn; Firokeyên Tirkiyê komkujiyek li ser sivîlan pêkanîn

kurdistani 07:24 PM - 2018-01-21
Firokeyên Tirkiyê 3 kes ji malbatakê şehîd kirin

Firokeyên Tirkiyê 3 kes ji malbatakê şehîd kirin

Di encama êrişa îro de, ku li gundê Cilbirê, 11 welatiyên sivîl şehîdkirin ku 3 kes ji malbatekê şehîd bûn.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Firokeyên cengî ên artêşa Tirkan ya êrişker ku dixwaze Efrînê dagîr bike, êrişî bo ser mirîşgeheke sivîlan kir û li dijî sivîlan komkujiyeke pêk anî û  di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 11 sivîlên din jî birîndar bûn.

Di wê barê de, endamê desteya siyasî ya Hevpeymana Nîştimanî ya Sûrî Îbrahîm Hehmdo Rihmano li Başûrê Kurdistanê ji bo PUKmedia`yê ragihand ku îro li gundê Cilbirê ya nêzîkî Kefircenê li Herêma Efrînê, di encamê êrişîn firokeyên cengî ên Tirkiyê bo ser mirîşgehekê de,  8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 3 kes ji pismamên wî şehîd bûne û hejmareke mezin jî birîndarin.

Rihmano aşkire dike ku navên wan Qedûr û Ehmed û lawê Qedûr yê biçûk Hemûdê jiyana xwe ji dest dane û birayê wan ê mezin Xalid jî birîndar bû ye.

Hêjayî gotinê ye ku ev 3 rojin Tirkiyê dest bi operasyona dagîrkirina Efrînê kiriye û 2 rojin jî, bi şev û roj bi firokeyan li hemû navçeyên herêma Efrînê dide û li navenda bajêr û gundan jî dide û bombebaran dike ku heya niha jî bêhtir ji 17 welatiyên sivîl û 3 şervanên YPG`ê şehîd bûne û 25 ji birîndar bûne.
 PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket