Êrîşên Tirkiyê li ser Efrîn û Şehba didom e

kurdistani 11:07 AM - 2018-01-20
Jêdereke din jî ji PUKmedia`yê re got meşa ku armanca meşa ku li Efrînê hatiye kirin bi serket û den

Jêdereke din jî ji PUKmedia`yê re got meşa ku armanca meşa ku li Efrînê hatiye kirin bi serket û den

Li gor ragihandina welatiyên sivîl ên gundên Herêma Efrînê ku ev çend rojên ji ber bordomana û bombebaranê artêşa Tirk û çeteyên wê ew hîlakin.
Derbarê êrîşa Tirkiyê de welatiyeke ku nexwest navê xwe aşkire bike got çeteyên Tirkiyê bi bombeyekê nûqteya asayîşê ya li gundê Mistika a ser bi taxa Şiyê ve binçav kir û tekez kir ku bi dûrbûna 70` mitrî ji wan bombeyek ket lê neteqiya , li wir yekser tîmên taybet bi teqînê hatin wir û rewş çareserkirin.Jêder da zanîn ku gelek nûştecihên gundên ber sînor ji malên xwe derketine û ber bi cihên ewletir li navçeyên Efrîn ve çûn.

Jêder ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro balefirên keşfî ên Artêşa Tirkiyê liser navçeyên Efrîn û Şehbayê digerin,ji ber vê yekê gelek metirsî di nav welatiyan de hatiye çêkirin lê di wê demê de welatî û nûştecihên Herêma Efrînê tekez kirin ku dê di rêya Berxwedanê de berdewam bin û bi hîç şîwayekê nehêlin ku dijmin bostek ji axê wan bibe û amaje bi wê da ku Efrîn ti caran serê xwe ji dijmin re danexistiye û ne ê daxe te ku di Efrîn de hêz wek Hêzên YPG û YPJ û HSD hene ji ber ku baweriya gelê Efrîn bi van hêznan gelek mazin e.

Jêdereke din jî ji PUKmedia`yê re got meşa ku armanca meşa ku li Efrînê hatiye kirin bi serket û denga Efrînê bi serensera Cîhanê re derket û got Efrîn bi teniya namîne .

Hêjay gotinêye ku doh êrîşeke çeteyên Tirkiyê li ser Herêma Efrîn ji aliyê Şervanên YPGve hat şikandin ,destnîşan hat kirin ku kujî û birîndar ji artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ketin.Lê mixabin ku te niha di encama van êrîşna de zarokek û jineke koçber birêndar ketine .
Tê gotin ku ji dest pêka şerê Sûriyê de Tirkiyê gaven li Herêmê dixe û hewildide ku dagîr bike lê ev şend rojin Artêşê êrîşên xwe li ser Şehba û Efrîn zêdekiriye û li ser destpêkirina bi oparesyoneke leşkerî li dijî YPG ragihandiye.

PUKmedia/Nazliyê Remedan  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket