Libnan: 10` Penaberên Sûriyê di bahoza Befrê de mirin

kurdistani 09:51 AM - 2018-01-20
Libnan: 10` Penaberên Sûriyê di bahoza Befrê de mirin

Libnan: 10` Penaberên Sûriyê di bahoza Befrê de mirin

Roja înê 19/1/2018`an, Artêşa Libnanê ragihand ku hijmarek ji penaberên Sûriyê piştî ku bi qaçaxî ketin Libnanê rastê Bahoza Befrê hatin û ji sermara jiyan ji dest dan,destnîşan hat kirin ku di nav wan de jin û zarok hene.


Derbara wê de Serkarê hindira oparesyonên parastina sivîlan Corc Ebu Mus ragihand ku li ser agahiyên hebûna penaberan li ser sînor yekîneyek ji artêşê berê xwe da navçeyê ku agahî li ser hebû piştre aşkire bû ku 9 kes ji ber bahoza Befrê mirine ,di nav kesên ku jiyan ji dest dane de 6`jin û zarok hene ,amaje bi wê jî da ku 5`kes hatin rizgarkirin ku du ji wan qaçaxcîne.piştî ku hemû rakirin Nexweşxaneyê yek din jiyan ji dest da ,bûn bi deh kes. 
Her weha artêşa Libnanê tekez kir ku oparesyona lêgerîna Penaberan li ser sînor berdewam e.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket