EFRÎNA rengîn dibake .... Li min xwedî derkevin...

kurdistani 12:49 AM - 2018-01-19
Herîma Efrînê....

Herîma Efrînê....

EFRÎN û erkên rewşenbîrên KURD.....
Îro EFRÎNA rengîn di metirsiyeke mezin de ye , ji ber ku rêjîma TIRK a nejadperest bi serokatiya Erdoganê xwînmij hewildanên dagirkirina wê dike û wilo çeteyên xwe jî yên xwe dikin SÛRÎ ber bi dagirkirina wê ve dide . Jixwe ji gelê KURD û ji hemû pêkhatên din nexasim mirovahîxwazan tê xwestin ku her yek ji wan bi rola xwe rabe û EFRÎNÊ biparêze , lê gelo di kêleka wan de ev rewşenbîrên ku hêviyên zaniyarî ya wî gelê kurd bi wan heye ,ka îro çi ji wan tê xwestin û erkên wan çi ne ?
Rewşenbîr û erkên wan di bara EFRÎNÊ de :
1 – ji rewşenbîr tê xwestin ku ji kesayeta kurdiyetê helwestan bigire , ji ber EFRÎNÊ mîna her bajarekî KURD yên KURDAN E. Pêwîste bizav û banga rewşenbîran yekîtiya kurdî be , dûr ji kesayetî , partîtî û bercewndîtiyê be û guh nede bangên xirab ên ku wê alîperestiyê diparêzin .
2 – Banga rewşenbîr biratiya gelên ROJAVA û SÛRÎ tevan be , ji ber jiyanek û dîrokek û têkilî û çarenûsek hevbeş hene di navbera wan gelan de.
3 – Bi giyan û erkên kurdiyetê rewşenbîr piropagenda ERDOGAN û alîgirên wî pûç derxin û rastiya wan a teroreyî şikere bikin , ew alîgiriya ku bi hêzên tûndrew re ye û dive rewşenbîr rastiya ERDOGAN yê ku xaka SÛRÎ dagir dike weke bavkên xwe yên OSMANÎ şikere bikin û wilo jî dûr bûna wî û çeteyên pêre ji misirmantiyê û demuqratiyê .
4- EFRÎN îro aram, bi dîrok , pêşketî , geşepêdanî û aştiyane ye , gereke rewşenbîr vê rengdêriya bûkanî û şehristanî ji derdor û cîhanê re belav bikin , ji bo rastiya hovîtiya rêjîma TIRK û çeteyên wê nas bikin .
5- Gereke rewşenbîr ne heme bi babetê xwe yê pisporî tenê ve girêdayî bin , gereke nûçeyçn EFRÎNÊ jî bişopînin ji jêderên rasteqîn , ji bo rastiya wê nas kin û hestên berevaniya wê bigirin û wilo pîlanên dagirkeriya Erdogan û siyaseta navnetewî nas bikin , ji bo jê mijûl nebin .
6 – ji me rewşenbîran tê xwestin - Dema bi rastî em xwe bikin rewşenbîrên doza xwe bi taybet taybet ên ROJAVA û ev gotina min di cihê spasiya birayên me yên ji parçên dine , dema ew kurdperwerin û arî me dikin , çawa dilê me jî bi wan ve ye û em arîkarin bi wan re jî – em piştgiriya hêzên xwe yên berxwedêr YPJ , YPG , HSD , HÊZÊN ŞOREŞGIR , ASAYÎŞ , TIRAFÎK û HPC û siysetmedarên neteweparêz û saziyên me yên xebatkar bikin di bizava xwe de .
7- Em bi çi cûreyî be dive em bi xebatê rabin , di ber EFRÎNÊ de – Em li ku derê bin , di partiyuan de yan serbixwe - , bi mangirtin , xwepêşandan , meş, çek , serdana navendên YPG , daxuyanî,gotar ,nivîsandin , şevbiwêrk , bang,helbest , stran , şano , pêşengihên nîgarû û wêneyî ....htd.
8 – ji dîroknasa bi taybet tê xwestin ku bûyerên EFRÎNÊ û serkeftinên hêzên me û yên gelê me û kiryarê dijminan tomar bike ji nifşên me yên bên re di paşereojê de .
9 – Li gorî zehmetiyan serkeftinên netewî yên me hene di vê şoreşa me de li ROJAVA , lewra ji rewşenbîran tê xwestin hest û vîn û moralên gelê me geşbîn û xwert bikin . rewşenbîrên me ne reşbîn bin û nebin berdvek ji henek aliyên xirab ên xwe dikin kurd re, dema ew dibin destek ji dagirkeran re û şerên hêzên me dikin , ew hêzên me mîna YPG di EFRÎNÊ de yên ku berxwedaniyê dikin bi mêrxasiyî çawa li ROJAVA û bakurê SÛRÎ tev kirin û dikin , dive rewşenbîr xwe biparêze û zana be di pergaleke dijî piropagenda ERDOGANÊ dagirkerê KURDISTANÊ .

BIRADOSTÊ MÎTANÎ - 18 – 1 – 2018z . 28 – 10 – 2629 kurdî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket