Artêşa Êraqê ji Şiwan vekişiya

kurdistani 04:24 PM - 2018-01-18
Artêşa Êraqê ji Şiwan vekişiya

Artêşa Êraqê ji Şiwan vekişiya

Hêzên artêşa Êraqa federal ên ku li navçeya Şiwan bûn, paşvavekişiyan.

Artêşa Îraqê piştî buyerên refrendoma Herêma Kurdisdrtanê hêzên xwe anîbû navçeya Şiwan ya Kerkûkê, lê niha jî vekiçiya û hêzên polîs hatin cih girtin.
Di wê barê de, rêvebirê navçeya Şiwanê Behcet Wehîd ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew hêza Êraqî ku piştî buyerên refrendomê hatibûn navçeya Şiwanê a ser bi parêzgeha Kerkûkê, careke din xwe vekişandin û cihên wan hêzan, niha polîs digire û wê ji aliyê polîsan ve birêve biçe.

Hêjayî gotinê ye ku hêzênÊraqê piştî destpêkirina operasyonên ligel Heşed Şahbî li dijî hêzên pêşmerge li Kerkûk û derdora wê, niha ji hindek navçeyan paşva vedikişin û rê didin bi polîs û asayîşa navçeyan ku xwe bi xwe birêve bibin.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket