Rêjîma Baas: Eger balafirên Tirk êrîşî Efrînê bikin dê werin xistin

kurdistani 04:11 PM - 2018-01-18
Suriye Eger balafirên Tirk êrîşî Efrînê bikin dê werin xistin

Suriye Eger balafirên Tirk êrîşî Efrînê bikin dê werin xistin

 Rêjîma Baas ragihand ku eger balafirên Tirkiyeyê êrîşî Efrînê bikin dê ji aliyê sîstema parastina asîmanî ya Sûriyeyê ve werin xistin.

Li gorî Ajansa Sputnik a Rûsyayê, Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rêjîma Baas Feysel El-Miqdad got ku çi êrîşeke ji aliyê Tirkiye li ser Efrînê pêk were dê wekî dijminahiyekê li hemberî Sûriyeyê were dîtin.
Li gorî nûçeya SANA’yê, El-Miqadad gotiye ku eger balafirên Tirkiyeyê êrîşî Efrînê bikin dê ji aliyê sîstema parastina asîmanî ya Sûriyeyê werin xistin.
Feysel El-Miqdad hişyarî da fermandar û rêveberiya Tirkiyeyê ku êrîşî Efrînê nekin û ev yek dê wekî dijmanhiyekê were dîtin.
El-Miqdad diyar kir ku ku çi tevgereke Tirkiyeyê ya leşkerî çêbibe jî dê bersiva baş ji bo wê were dayîn.

PUKmedia-Anha

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket