Eyşa Hiso: Efrîn Dilê Bakurê Sûrîyê Ye

kurdistani 04:07 PM - 2018-01-18
 Eyşa Hiso: Efrîn Dilê Bakurê Sûrîyê Ye

Eyşa Hiso: Efrîn Dilê Bakurê Sûrîyê Ye

Hevseroka Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Eyşa Hiso, di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku ‘’Efrîn dile bakurê Sûrîyê ye û eger Tirkîye êrîşî wî bajarî bike wê bakurê Sûrîyê tev parastina wir bike.

Eyşa Hiso da zanîn ku li bakurê Sûrîyê projeyên rêvebirîyê yên ku Kurd pêşengîya wan dikin bi ser ketine û Tirkîye dixwaze rê li ber wan pêşketinan bigire.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bo Efrînê gotibû ku ‘’hêlîna terorê ye’’

Hevseroka PYD’ê dîyar kir ku heta niha jî şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê di xeta xweparastinê de ne û ew tenê bersîva êrîşên Tirkîyê didin.

‘’Topbaranên li ser sîvîlên Efrînê dîyar dike ku kî teror e kî ne teror e. Hevkarîya DAIŞ û Tirkîyê êdî hemî dinya dizane. Şerê li Kobanê qewimî jî dîsa bi hevkarîya Tirkîyê bû’’ Eyşa Hiso got.

Eyşa Hiso da zanîn ku hin alî dixwazin ku Efrînê ji bakurê Sûrîyê cûda bigirin û bi bîr xist ku YPG, PYD û Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) li hemî herêmên bakurê Surîyê eynî ne.

Hevseroka PYD’ê bang li Amerîka û Rûsya kir ku dijî helwesta Tirkîyê bêdeng nemînin û da zanîn ku ewê bêdengîya wan wek hevkarîya bi Tirkîyê re were dîtin.

PYD’ê bi daxuyanîyeke nivîskî jî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li bakurê Sûrîyê herêmên ewle çêke.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket