Li Efrînê xwepêşandan û topbarane

kurdistani 03:37 PM - 2018-01-18
Li Efrînê xwepêşandana li dijî Tirkiyê

Li Efrînê xwepêşandana li dijî Tirkiyê

Li Efrînê xwepêşandana gele û li sînoran jî topbarane Tirkan e.

Îro roja pêncşemê 18-1-2018`an,li Herêma Efrînê û di navenda bajarê Efrînê de, li dijî gef û hereşe û êrişên rojene ya artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî ku ji aliyê Tirkiyê ve birêve diçin, xwepêşandaneke berfereh ji aliyê xelkê Efrînê ve pêkhat.

Peyamnêra PUKmedia`yê li Herêma Efrînê Hêvîn Murşid ragihand ku ji ber gef û êrişên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, gelê Efrînê, bi awayekî girsayî, dest bi xwepêşandan û meşeke pir dirêj û bihêz kirin. Her weha di wê meşê de, gefên Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdoxan ên li dijî Efrîn ku di kongireya partiya AKP`ê de gotibû, sibê an du sibê wê Efrînê ji YPG-PYD`ê pak bike, bi tundî şermezar kirin.

Di wê xwepêşandanê de, bi wêne û dirûşmên şermezarkirina biryar û gefên dewleta Tirkiyê ên ku ji bo dagîrkirina Efrîn û Şehbayê bikartên, şermezar kirin û ji tevahiya gelên Sûrî û aliyên siyasî daxwaza helwestgirtina li hemberî reftarên Tirkiyê li dijî axa Sûrî kirin.

Peyamnêra me di dirêjahiya axiftina xwe de, wiha got; Di heman demê de, ji hêzên hevpeymasnên Navneteweyî jî daxwaza rawestandina dujmantiya Tirkiyê li dijî gelên Efrînê kirin.

Di di dema nîvro de jî, agahdariyek ji gundê Hemamê ji me re hat ku artêşa Tirkiyê Serşûkên dermankirina nexweşan û xweringeha Hemamê tev bi dijwarî bomnbebaran kirî ye, lê hêzên YPG-YPJ`ê jî bersiv dane û di encamê de, avahiya leşkerî ya parastina sînor ya Tirkiyê ji aliyê hêzên Efrînê ve hatiye rûxandin. Li navçeya Şiyê jî, artêşa Tirkiyê bombebaran û moşekbarana derdorê bajarê Şiyê dike û heya niha jî dirêjahî heye.

Di heman demê de jî, artêşa Tirkiyê li aliyê Meydan Ekbesê, bi moşek û guleyên hawanê, gundwarên wê navçeyê tev bi dijwarî bombebaran dike.

Li gorî agahiyên peyamnêra PUKmedia`yê Hêvîn Murşid ku ji roja şemiyê ve, topbarana artêşa Tirkiyê li dijî gundewarên Efrînê berdewam e û bi awayekî pir dijwar û bi tawşankî davêjin nava gund û baxên sivîlan.

Hêjayî gotinê ye ku ev demeke dewleta Tirkiyê bi reşkawî gefan li Efrînê dike û dibêje emê Efrînê ji hebûna hêzên YPG-PYD`ê pak bikin û wana tev qirbikin û ji nav bibin. Li hemberî wê jî, Rûsiyayê hîn ti helwestên zelal nîşan nedaye û Amerîkayê tenê gotiye ku em razî nabin ku êriş li dijî hevpeymanên me li Bakurê Sûriyê pêk were. Civaka navneteweyî heya niha jî bêdengî hilbijatî ye.


PUKmedia-Hêvîn Murşid- Efrîn

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket