Panorame 3 rojan li Efrînê

kurdistani 12:47 PM - 2018-01-16
Panorame 3 rojan li Efrînê

Panorame 3 rojan li Efrînê

Panoramaya êrişên Tirkiyê li dijî Efrînê ên 3 rojên borî...

Ji roja şemiyê ve, artêşa Tirkiyê êrişên xwe gelek berfereh kirin û gundên sînorê Efrînê bi piranî tên bombe û moçekbarankirin.
Ji roja şemiyê ve ango 3 rojên borî, bi vê rengî xwerê ye;

*Avêtina bêhtir ji 2 moşek û guleyên hawanê li dijî gundwarên herêma Efrînê, ji bingehên artêşa Tirkiyê ên li ser girê Şêx Berekatê li Çiyayê Lêlûnê ya dagîrkirî ve, têne avêtin....

* 3 moşek li nêzîk navenda bajêr ketin û ziyanên madî gihîştiye avahiyên sivîl.

*Şervanekî YPG`ê bi navê Birûsk Celemê şehîd bû, her weha zarokek jî  birîndar jî bû.

* Ziyanên madî jî pir gihîştiya mal û baxçe û jîndewarên xelkê navçeyê.

*Tevgera Mertala Firatê ya ser bi Tirkiyê li aliyê Mairihê û Azazê bi awayekî hevbeş ligel artêşa Tirkiyê û avakirina sengerên cengê li hemberî Efrînê.

*Tevgera çekdarî ên komên opozisyona Sûrî ên ser bi Tirkiyê li Rojavayê Heleb û bakurî Idlibê bi hemahengiya ligel leşkerên Tirkî li dijî Efrînê.

*Rakirina dîwarê li ber gundê Baliyan ya ser bi navçeya Bilibilê ya Efrînê tako bi esanî êrişî herêma Efrînê bikin.

* Anîna hejmareke mezin ji panzêr û tirekis û otombîlên barhilgir û nexweşxaneyên gerok ên artêşa Tirkiyê û bi cihkirina li ber sînorê Efrînê.

PUKmedia-Hêvîn Murşid-Efrîn

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket