Serkirdeyekî Efrînî; Tirkiyê bê destura Natoyê newêre derbasî Efrînê bibe
kurdistani 06:07 PM - 2018-01-15Serokê şaxa HNDS Ebdurihman Murşid
Serkirdeyekî Efrînî dibêje ku dewleta Tirkiyêbi bê destura Natoyê û Rûsiyayê newêre leşkerên xwe bi piyadeyî derbasî Efrînê bike.
Li gorî hevpeyvîneke malpera Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî ku îro roja duşemê 15-1-2018`an de hevpeyvîneke xwe de, endamê Desteya Cêbicêkar yê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî Ebdurihman Murşid ragihand ku dewleta Tirkiyê bi bê çireya kesik ji Nato û Rûsiyayê newêre leşkerên xwe bi riya piyade derbasî nava axa Hherêma Efrînê bike.
Murşid di dirêjahiya gotinên xwe de, amaje bi wê yekê kir ku Tirkiyê baş hêza me û vîna gelê me nas dike ku em ne wek xelkên Celeblus û Udlib û Bab û Ezazê ne ku pêşwazî lê bikin û Kobanê û Reqayê û Munbicê wek nimûne ne ji wan re ku çawa DAIŞ tê de şikest xwerin û hêza wan tev rûxa. Eger Tirkiyê êrişekî wiha bi bê piştîvaniya Nato û Rûsiya bike, wê çarenivîsa wan jî wek DAIŞê be. Her weha tekez jî kir ku gelê Efrînê wê pêşwazî li artêşa Tirkiyê neke û wê li ber xwe bide û mafên xwe yên xweparastinê bi kar bîne ji ber ku em aştîxwazin û şer naxwazin û ti armancên me li dijî Tirkiyê nabe eger ew rêz li yasayên navneteweyî yê parastina sînoran bigre.
Derbarê helwest û biryara xelkên Efrînê û hêzên wê de, serokê Şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî dazanîn ku biryar û helwesta wan ya niha û ya dawî, her berxwedan e, ji ber ku ew xwedî armanca parastina gel û doza xwe ne, ne li dijî ti welat û aliyan e. Ew êrişî bo ser berjiwandiyên ti hêz û welatên cîran in. Efrîn herdem cihê aştî û rêz li gelên din ên Sûrî girtine ku berê xwe dane Efrînê û armanca wan parastina aramî û ewlehiya xelkên Herêma Efrînê ne.
Derbarê banga wan ji civaka navneteweyî û ji gelê Efrînê re, Ebdurihman Murşid da xuyakirin ku ew bang li civaka navneteweyî dike ku li hemberî destêwerdan û hewlên dagîrkirina Tirkiyêji Efrînê bê deng nebin û xwedî helwest bin. Eger na, wê demê milmilaniyên nûh û dijwar di herêm û navçeyê de peyda dibin û wê ne tenê Tirkiyê be jî, wê berjewandiyan gelek alî û welatên cur bi cur bixwe metirsiyan, her weha wê komkujî li dijî sivîlên Efrînê bên kirin û wê binpêkirina maf û azadiya mirovan bêne binpêkirin û wê demê şermezarî ye ji civaka navneteweyî re. Ji ber ku em bi xwe li dijî şer û ceng û milmilaniyan e, ji ber wê jî, pêwîste civaka navneteweyî fişar bixe ser Tirkiyê û bêdeng bikin û bi taybet Amerîka û Rûsiya ku Nato jî di nav de, ji ber ku Tirkiyê endamekî Nato ye û li gorî yasa û xalên rêkevtinên Natoyê bi endamên xwe re, nabe ti welatek bi bê razîbûna Natoyê êrişî welatekî bike an biryarên cengê bide.
Derbarê xelkê Efrînê jî, Murşid got; Xelkê Efrînê pêwîstiya wan bi name û rênmeyan tune ye, ji ber ku ew xwedî dîrokeke berxwedanê ne. Ew her dem ligel keç û lawên xwe di heman sengerê de ne û ez dibêjim ku em bi vîna gelê xwe bawer in ku em ê bi serkevin. Gelê kurd li Efrînê aştîxwaz û ne cengxwaze. Daxwaza aramî û ewleya jiyana xelkê xwe dikin destpêka her karekî û ewê razî nebin ku êrişên neyartî li ser herêma xwe bipejirînin û wê tenê bersiv aştîxwazî û aramxwazî be.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19