Xerîb Hiso; Gefên Tirkiyê li dijî Efrîn li dijî Amerîkayê ye

kurdistani 05:01 PM - 2018-01-14
Xerîb Hiso

Xerîb Hiso

Sebaret bi têkeliyên MSD`ê û Rojavayê Kurdistanê - Bakurê Sûriye li gel Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, PUKmedia`yê, di peywendiyeke taybet li gel hevserokê Mekteba peywendiyên Meclîsa Sûriya Demokratîk li Bakurê Sûriye rêzdar Xerîb Hiso, der barê peywendiyên wan û Amerîkayê, ragihand ku der barê peywendiyên wan wek MSD`ê û Bakurê Sûriyê ligel Amerîkayê ron û aşkire ye û ev bi zelalî tê birêve birin û daxuyaniyên berpirsên Amerîkayê ên di vê dawiyê de, li ber çava ne ku peywendiyên me bi Amerîkayê re erênî û baş e û ew gefên Tirkiyê li dijî Efrînê, tê wateya gef li hemberî Amerîkayê ye..

Xerîb Hiso dazanîn ku her kes jî agahdare û dizane ku di berxwedana Kobanê ya dîrokî de, Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê,  bi serokatiya Amerîkayê, dest bi destekdayîn û alîkariya YPG-YPJ`ê li dijî terorîstên DAIŞê kir.
Hiso di dirêjahiya axiftinên xwe ji PUKmedia`yê re got;  Ku dema berxwedana Kobanê di şerê xwe li hemberî terorê de, li Kobanê bi serket û serkeftinên dîrokî tomar kir, ew jî bi alîkariya Amerîkayê bû ku ew pêngava kowalisyona navneteweyîç bi serokatiya Amerîkayê pir erênî û baş bû.

Serokê hevbeş ya mekteba peywendiyên giştî ya MSD`ê di axiftinên xwe de, wiha dirêjhaî pê da; Bi serkeftina berxwedana Kobanê re, peywendiyên Amerîka û Xweseriya Demokratîk û MSD`ê her çû bihêztir bû, û ew berxwesdaniya ku YPG-YPJ-HSDê li navçeyên din ên li Bakurê Sûriyeyê tomar kirin û bingehên çeta û terorîstan, ji Kobanê bigire û heya rojhilata rûbara Firatê û Reqayê ku paytexta DAIÇŞî bû, bi serkeftinên mezin tev hatin jinavbirin.

Hiso aşkire kir ku di van serkeftin û pêşketin û destkeftên ku hatine holê de, dibe ku em ji bîr nekin ku rola kowalisyona navneteweyî bi serokatiya Amerîkayê jî pir hebû., ev tiştekeî ron û aşkire bû, ne veşartî bû.

Xerîb Hiso dibêje ku her çiqas peywendiyên me bi Amerîkayê re, di asta leşkerî de bû, lê di rastiyê de jî, ew peywendî bandorên xwe li ser ên siyasî jî kir û ji aliyê siyasî ve jî, gelek pêşketinên mezin li ser erdê çêbûn û ev tev erênî bûn û di vê dawiyê de, gelek biryarên girîng û bi bandor ji aliyê navendên biryarê ên Amerîkayê derketin çi ji wezareta derve, wezareta parastinê û ji koşka spî  û her weha ji berdevkên koalisyona navneteweyî bi xwe jî  derbarê piştîvaniya Bakurê Sûriye de daxuyanî dane .


Xerîb Hiso wiha amaje bi rola Amerîkayê kir ewqas daxuyanî û axiftinên Amerîkiyan û hêzên koalisyona navneteweyî, tê wê wateyê ku gotûbêj berdewame û alîkarî jî berdewam e , lê ew welatên li derdora me, ji van peywendî û piştgiriyan tengav û nerihet dibin û bi taybet dewleta Tirkiyê ku di vê dawiyê de, gelek gefan li dijî me dikin.

Tirkiyê ji pêşketinên ku li Bakurê Sûriyê ji aliyê sîstema federal û xweseriyê û HSD`ê ku li gelek deveran çê dibe, bi yekcarî nerazî ye û ji ber wê yekê jî, Tirkiyê gefan li ser Efrînê dixwe û dixwaze dagîr bike û rê li pêş şerekî pir mezin û berfereh veke tako aloziyên nava Tirkiyê veşîre û li Efrînê derxîne.

Hiso niyaza Tirkiyê ji êrişên ser Efrînê zelal dike û dibêje; Dema ku Tirkiyê gefan li dijî Efrînê dike, tê wê wateyê gefan li dijî Amerîka û koalisyona navneteweyî ya li dijî terorê jî dike.Lê bi nêrîna min be, dema gefxwerinê bi ser re çû ye û ewên ku wê ziyan bikin û lawaz bibin bi xwe Erdoxan û AKP`ê ne.

Xerîb Hiso der barê nêrînên Erdoxan ji bo berxwedana Kobanê jî got; Erdoxan digot wê Kobanê bike, lê di encamê de, Kobanê bi serket û Erdoxan û hevsozên xwe bi binketin.

Erdoxan bê rêzî li hemberî koalisyona navneteweyî dike û li hemberî civaka navneteweyî jî dike bi sûrbûna xwe ya gefên dagîrkirina herêma Efrînê re.

Dema ku Erdoxan amaje bi gefên xwe ên li ser Efrînê dike û bi aşkireyî dibêje ez ê Efrînê têkbibim û komkujiyan jî çê bikim, ev bi serê xwe, li hemberî Amerîka û civaka navneteweyî meydanê dixwaze û ji xwe mezintir ti kesan nabîne.

Di dawiyê de, Hevserokê mekteba peywendiyên Encûmena Sûriye Demokratîk Xerîb Hiso got; Peywendiyên me û Amerîka û Koalisyona Navneteweyî pir başin û bihêztir jî dibin. Kar û xebatên me bi hev re gav bi gav bi erênî birêve diçin. Her weha daxuyaniyên her du aliyan rastiya bihêzbûna peywendiyan nîşan didie û bi taybet ya wezareta derva ya Amerîkayê di dema ku di civîna bilind ya kongirêsê de, bi aşkireyî got; Em ji Sûriye dernakevin heya ku aramî û aştî peyda bibe û alozî bêne çareserkirin, em dest ji hevpeymanên xwe ên li ser erdê bernadin. Hevpeymanên wan kî ne, ev in, YPG-YPJ`ê-HSD`ê û vîna gel azad e.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket