Kongireya rojnamevanî ya YNK-PDK`ê

kurdistani 07:14 PM - 2018-01-07
.

.

Kongireya rojnamevanî ya herdu aliyên siyasî ên ku hikûmeta Herêmê birêve dibin, YNK-PDK`ê hat li dar xistin.

Piştî kombûna li gel hev, îro roja yekşemê, 7-1-2018`an, herdu aliyên siyasî ên hikûmetai Herêma Kurdsitanê birêve dibin, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê, kongireyeke rojnamevanî ya hevbeş li dar xistin û tê de helwesta herdu aliyan ji bo parastina xaka Êraqê û çareserkirina aloziyan li gor destur dupat kirin.

Her weha di wê kongireyê de, Mela Bextiyar bi navê YNK`ê û Nêçîrvan Barzanî bi navê PDK`ê aşkire kirin ku ew tekez li ser parastina yekparçeyî axa Êraqê dikin û sûr in li ser çareserkirina alozî û pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdadê de hene li gor destura Êraqwê.

Ji aliyê xwe ve, berpirsê desteya kargêr ya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar aşkire kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye ji bo karakirina destur û çareserkirina hemû pirsgirêkan li gor destur.

Her weha cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî aşkire kir ku Herêma Kurdistanê ji bo bi cihkirina destura Êraqê amadeye û pabende bi wê yekê ve tako hemû arîşeyên heyî bêne çareserkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket