Nemir Bavê Şiyar

kurdistani 09:06 PM - 2018-01-05
Bavê Şiyar

Bavê Şiyar

Mihemed lawê nemir Xelîlê Mihemedê Murşidê Ehmedê Hec Qdûr (z. 1964 - m. 3ê tebax 2016), bi Bavê Şiyar dihate naskirin. Di sala 1964'an de li gundê Miskê Jêrîn, di hembêza malbateke welatperwer û aramxwaz û mirovdost de, çavên xwe li jiyanê hilaniye û hatiye dinê.
Birayê mezin yê serokê şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Cindirêsê Abdurihman Xelîl Murşid û birayê rojnamevan Hozan Efrînî ku li Herêma Kurdistanê wek nûnerê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî dixebite bû. Her weha birayê Adnan bavê Roniyar û Hesen bavê Kurdistan û Kamîran bavê Aram û Rêzan bavê Xelî û Îbrahîm jî ye.
Birayê Mizgîn dêka Hisên li Çobana û Zêneb dêka Rodî li Çobana û Almaz dêka Xelîl li Kefirsefrê û Leyle dêka Ehmed li Almanyayê û Emîne dêka Abdurihman li Cindirêsê ye.
Xwerziyê Endezyar Mihemed Delalê Hesenê Meyikê li gundê Keferdelê ye. Pismamê Esed Erif Murşid de. Lawê xalê Mihemed Bavê Kawa ye.

Naverok 
1    Bîrdoz û alîgiriya ramyarî
2    Malbat ligel Bakur û ew jî ligel Baûr bû
3    Rewşa Bavê Şiyar ya dawî
4    Çavkanî

Bîrdoz û alîgiriya ramyarî

Ji bîr û ramana xwe ve alîgirê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê bû û bi taybet girêdayî kar û xebat û siyasta serokê nemir Mam Celal bû. Tê bîra min ku ji salên heyştê ve, her roj radyoya xwe dixist ser pêla Dengê Gelî Kurdistan [DGK] û derdiket ser xanî û dengê radyoyê pir bilind dikir. Serbarî ku ti kadro an jî ti jêderekî ser bi YNK'ê bi nemir Bavê Şiyar re neketibûn têkeliyan, lê wî ji ber hezkirina xwe ji kesayetiya Mam Celal ve, xwe wek endamek û alîgirekî pir bihêz û dilsoz ê YNK û Mam Celal didî.

Malbat ligel Bakur û ew jî ligel Baûr bû

Di wê demê de, malbat bi piranî alîgirên bizava rizgarîxwaza kurd ya Bakurê Kurdistanê bûn, lê Bavê Şiyar bi tenê alîgirê Bizava Başûrê Kurdistanê û YNK'ê bi taybet bû.
Bavê Şiyar her beiya ku hevjîntî bike jî, jê re digotin Bavê Şiyar û dema ku hevjîntî kir û lawê xwe hte dinê, nav lê kir Şiyar.
Bavê Şiyar kesayetiyekî pir aram û xêrxwaz û dil pak bû. Ji gelê xwe, hevalên xwe, malbata xwe û doza gelê xwe pir hez dikir. Kesekî pir hiş vekirî bû. Bo nûmona di barê mîkenîk û teknîk de gelek şareza bû. Di dibistana xwe de her dem yekemîn bû.

Lê ji ber ku ew lawê mezin bû, bavê min ê nemir Xelîl ji Bavê Şiyar xwest ku dest ji dibistanê berde û alîkariya wî di karûbarên rêvebirina mal û milk de bike. Ji ber ku xwedî dar û milkekek pir bûn. Ji ber wê mijarê birayê min yê nemir Bavê Şiyar dest ji xwendina xwe ya pola 7'an li Navendiya Cindirêsê berda.

Lê piştî derbasbûna çend salan hindî ji xwendinê hez dikir, her limal û bi awayekî azad ji bo ezmûna pola 9'an xwe tomar kir û tê bîra min bi pileyên baş serketin bi dest anî. Lê helûmercên malê li sr wî hatibûn sepandin ku nneçe dibistanê.
Nemir Bavê Şiyar 3 caran hevjîntî pêkaniye. Keçkek ji jina duyemîn heye bi navê Hêvîn û xwendina xwe ya Karûbarên Rêvebirî bi dawî kir û di proseya hilbijatrinên komînan qonaxa yekemîn de, wek nûnera Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî hate hilbijartin û endama Desteya Cêbicêkar ya Hevpymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî ye. Her weha ji jina xwe ya sêyemîn ku ji Çobana ye, Hemîde Hemo xwedî 2 keçkaye; Şêrîn û Rolav û yek law bi navê Şiyar heye.

Nemir Bavê Şiyar di roja ku serokê nemir Mam Celal wek serokkomarê Êraqê hate hilbijartin, ji min re telefon kir û got; Pîroz pîroz li tevahiya gelê kurd, ma min beriya 20 salan ji we re nedigot ku serok Mam Celal rêber û mezinê kurda ye. Min nedigot ku ewê bibe nûnerê kurda di siyaet û diplomasiyê de. Min dema ku berevanî li Mam Celal dikir û jê hezdikir ji i boşiyê bû. Mam celal serê gelê kurd pir bilind kir.
Bi nêrîna Bavê Şiyar ewe ku bi nexeşkeftna Mam Celal rewşa Başûrê Kurdistanê wê pir were guhertin û wê ne li berjewendiyên gelê kurd be mixabin.

Nemir Bavê Şiyar digot; di asta hemû Êraqê de tenê Mam Celal şoreşgerekî xwedî berwanameya parêzerî rasteqîne ye ku bi erk û hêza xe bi dest xistiye û di xizmeta gelê xwe û doza rewa de bi kar aniye. Eger rewşa tenduristiya Mam Celal divê qonaxa hestyar de zûh baş nebe,wê rewşa doza kurd li Başûrê Kurdistan û Êraqê pir xerap bibe û ti kes jî wê nikaribin wek berê biparêzin. Ji ber ku hebûna Mam Cell li QesraAştiyê ya Bexdadê, tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanêaram û parêzrawe û eger Mam Celal ne li wir be,tê wê wateyê ku êdî rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê ne arame.
Nemir Bavê Şiyar pir dûr û hûr şiroveyên xwe dikir û rastiya şirove û nérînên wî pir pêkdihatin.


Rewşa Bavê Şiyar ya dawî


Bavê Şiyar piştî têkçûna rewşa Helebê mala xwe anî gundê Miskê. Ji ber neliheviya rewşa aborî di dawiya 2013'an de derbasî Stenbolê dibe û di nûsîngeheke kirêdana xanî û kirîn û firoştina zeviyan de dest bi kar kiribû.
Xwediyê nûsîngehê endamê HDP`ê bû. Gelek jê razî bû. lê ji nîşkave rastî werema guhê dibe û roj bi roj lê giranbû. Çiqas birin diktoran û bijîşkan ti çare jê re nebû. Di encamê de, di roja 3.8.2016'an de jiyana xwe ji dest da û vegerandin gundê Miskê û li goristana gund bi axê hat spartin.
Çavkanî-Wîkîpediya...

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket