Bekir Hesen Elî Meyrikê

kurdistani 05:51 PM - 2018-01-02
Bekir Hesen Elî Meyrikê

Bekir Hesen Elî Meyrikê

Nasnameya xalê Bekir Hesen Elî Meyrikê


BEKIR HESEN ELÎ ji gundê Keferdelê jorîn, di hembêza malbateke kurdperwer û welatparêz û mirovdost de jiyaye û di sala 1954'an de çavên xwe hilaniye û hatiye dinê. Navê bavê Hesenê Meyrikê û navê Dêkê Zênebê Alo Axa xwîşka Elî Riza bavê siyasetvanê dêrînê kurdaxê Mihemed Elî Riza bavê Ristem e.

5 bira û 3 xwîşik hene, ev navên wanin; Endazyar Mihemed Delal bavê Zekeriya,  Edhem bavê Rêber, nemir Xelîl bavê Ocalan û Fedilî. Her weha birayê Minîre û Salhe û Zelûhê ye.
Bavê 4 zarokan bû.... Mihemed û Xelîl û Zêneb û Henîfe.

Derbarê Hevjînî yê de.....
Di heştiyan de proseya hevjîntiyê ligel Fîdan Xelîl Hîto ji navçeya Cindirêsê ya ser bi kantona Efrînê li Rojavayê Kurdistanê pêkaniye.

Hevjîna xwe Fîdan keça muxtarê Cindirêsê yê navdar û xwedî bandor ku ji aliyê hemû kes û pêkhatan ve dihate pejirandin nemir Xelîlê Hîto ye. Xwîşka mamoste Fexrî û Nejet û Nezmî û Xelîle û Adnane.

Derbarê peywendiyên civakî de...
Di peywendiyên xwe ya civakî de, xalê min Bekir herdem xwedî dilgeş û geşbînî bo û lgel hevalên xwe pir disoz û di kar û çalakiyên wlatparêziyê de, xwedî roleke sereke bû . Her weha ji bona parastina dirêjahiya peywendiyên dirust di navbera wî û heval û dost û hogirên xwe de, xwedî bandoreke girîng û li ber çavan bû. Kesekî li kar û îşê xwe bû. Mirovperwer û dostperwer û kurdpewrwer bû. Lê kesekî pir bi hêz û dilgeim û wêrek bû.

Derbarê hestên netewayetî de.....
Xalê min Bekir ji aliyê peywendiyên netewayî ve gelek dilsoz û xwedî hestên bilind bû û dikarî hemû tiştên xwe di xizmetî parastina doza gelê xwe de bi karbîne û rastiya netewaya xwe bike rastiya vejandina çareseriya doza xwe. Xalê min Bekir bi xwe alîgirê tevgera kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bû. Xwedî hest ûhelwestên parastina doza kurdî bû. Ti carî xwe ji erkên netewayetî i dûr nexistibû.

Piştî vejandina tekoşîna Bizava Rizgariya Netewaya Kurdistanî srî hilda, xalê min dest bi peywendiyên ligel wê bizavê kir û heya Roja ku ji nava me barkir, ew her girêdayî bîrdoza xwe bû.

Derbarê zimanê kurdî de....
Di aliyê girîngdayîna bi zimanê kurdî xwedî rol û helwest bû. Dema ku min di sala 1992"an de perwerdeya zimanê kurdî bi dawîkir û pişt re jî ez wek mamosteyê komên zimanê kurdî dest bi kar kir.

Xalê min Xelîl ê nemir û her weha xalê min Bekir é neir gelek xweşhaliya xwe ji min re anîn ser ziman û herdukan ez hendam û ji bo dirêjedayîn bi zimanê kurdî tako di pêşerojê de, ez xizmetekî di wê barê de ji bo dewlemendkirina ziman û çanda netewaya kurdî bikim... Xalê min Bekir xwendin û nivîsa xwe ya zimanê kurdî latînî pir baş bû. Her weha zimanê kurdî yê xalê min ê nemir Xelîl bavê Ocalan jî her wusa bû. Ew herduk ligel helbestvanê nemir Bavê Welat ê ji gundê Keferdelê jorîn, hender û destekvanên min di warê pêşxistina zimanê kurdî de bûn.

Helbestvanê nemir bavê Welat, yek ji kesayetiyên herî çalak di warê pêşxistina zimanê kurdî de bû. Ew xalê xalojna min Almaz xwîşka siyasetmedar û damezrênerê tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê Dr. Xelîl Abdula ye.

Nemir bavê wlat jî alkariya min pir kir bi taybetî di barê rêzmanê zimanê kurdî de. Ez henderî helbestan jî kirim û ji ber wê jî min çendîn helbest bi zimanê kurdî amadekirin û niha jî ez hewildidim ku bikim pirtûk. Ji ber wê jî, dema ku ez li Eşrefiyê û taxa Muxaberata tevlî xolên perwerdeya kurdî bûm, min dikarî di asta baş de derbas bibim û pişt re jî we mamosteya imanê kurdî omên ziman birêve bibim. Ji ber wê jî ez heya niha jî girîngî bi zimanê kurdî didim û iha min pirtûkek derbarê Rojavayê Kurdistanê de amadekiriye tako di demên pêş de drbaî çapê bikim.

Derbarê huner de....
Di warê karên hunerî de pir li pêş bû. Pir ji şêwaz û dîmenên hunerî nas dikir. Gelek karên xwe hebûn lê mixabin ne dikir ber dest û nirx nedid karên xwe û bi awayekî pir normal derbas dikir. Her yek ji karên wî ên huneî çêkirina Birc Êvel ya Parîsê ku bi esin û perçîmê sazkiribû. Ew kar gelek dem xweribû. Lê di encamê de bi dawî kir û min jî di sala 2013'an de, piştî serdana min jê re ev wêne girt û ji min re got ev ne ya herî destpêkê ye ku min sazkiribû. Wek ez dizanim ya berê ji vayê mezintir bû ye.

Koça dawî ya xalê Bekir...
Di roja pêncşemê 28-12-2017`an, li bajarê Cindirêsê ya ser bi Herêma Efrînê, xalê min *** Bekirê Hesenê Meyrikê*** ji gundê Keferdela Jorînê koça dawî kir û tevlî karwana nemiran bû.. Bi vê boneya xembar, ez di serî de, serxwşiyê li xwe dêk û xaltîka û xalên xwe û li tevahiya malbata xalê xwe yê nemir Bekir dikim û ji Xwedayê mezin û mîhreban, hêvîxwaz in ku dilovaniya xwe li rewanpakiya nemir bike û di beheşta xwe ya berîn de, şad bike. Ev rê, ya me giştika ye, ez ji zarokên xalê xwe Bekir re serxweşiyê dixwazim ku ev êş û xembarî ya herî dawî be ji malbatê re.

Nivîskar: Erif Murşid (Hozan Efrînî)

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket