Amerîka geşbîne bi dayîna mûçeyên Herêmê

kurdistani 05:52 PM - 2017-12-27
Amerîka geşbîne bi dayîna mûçeyên Herêmê

Amerîka geşbîne bi dayîna mûçeyên Herêmê

Balyozê Amerîkayê li Êraqê Doglas Sîlîmen îro roja çarşemê ragihand ku ew gelek kêfxweşe bi xerckirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdsitanê.
Di wê barê de, Sîlîmen di posteke xwe ya Tweetirê de ragihand;
Ez gelek kêfxweş im bi xerckirina mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ez bi hêvî me ku hîn jî di xerckirina mûçeyên fermabaran de berdewam bin.

Hêjayî gotinê ye ku duhî di kongireyeke rojnamegeriyê de, serokwezîrê Êraqê Heyder Abadî ragihand ku wê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê xerc bikin. Ji ber wê yekê jî, balyozê Amerîkayê li Êraqê helwesta xwe bi erênî nîşana ye.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket